RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - SİBAT 2025
Mêran di Sibatê de 17 jin kuştin

Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 17 jin û 9 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Sibatê de ji bo mirinên 42 jinan û 6 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 51 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 5 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 8 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Sibatê de 110 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Li Konyayê jina bi navê S.Ç.(35) hevjînê xwe Omer Ç.(36) ku 10 roj berê li girtîgehê tehliye bûbû, ji ber ku tûndkarî lê kiriye mafê xwe yê parastina rewa bikaranî û bi kêrê hevjînê kuşt. Jina navborî hat girtin.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Aksaray (1), Amasya (1), Ankara (1), Adana (1), Antalya (1), Aydın (3), Êlih (3), Burdur (1), Bursa (4), Dêrsim (1), Amed (1), Xarpêt (1), Erzîrom (1), Hatay (1), Stenbol (5), İzmir (3), Isparta (1), Kırıkkale (2), Kastamonu (2), Muğla (1), Niğde (1), Ordu (1), Samsun (1), Şirnex (2), Uşak (1), Duzce (1).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Êlih (1), Isparta (1), Kocaeli (1), Ordu (1), Sakarya (1), Şirnex (1)
Kuştin
Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 17 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 37 bû.
Digel biryara parastinê mêran herî kêm sê jin kuştine.
Jinên ku mêran ew di Sibatê de kuştin
Aynur İ., Behiye T., Beyza Akdoğan, Buket K., Dilek Şen, Fatma Ş., Fener A., Gülcan A., Hatice Çelik, Leeqa Azemi, Necla Özbiber, Ruha Dabul, Sibel G., Selma Yalçın, Seher Güzide, Şadiye Aydın, Servet Nur Şahin.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Afyon (1), Ankara (1), Antep (2), Amed (1), Stenbol (3), İzmir (1), Karabük (1), Kayseri (1), Konya (2), Mûş (1), Nevşehir (2), Riha (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 8 jin kuştin.. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 9 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 11 jin, endamên malbatê yên weke kalik, kur û bav 5 jin kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka du mêrên ku jinek kuştine nas e an ne nas e.
Mêran bi çekên guleber 11 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 5 jin kuştine. Mêran, jinekê bi fetisandinê kuştine.
Mêran herî kêm 6 jin li park, kolan, daristan ango qadên civakî, 11 jin jî li nava malan kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 18 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 15 faîl hatin girtin. 3 faîlan xwe kuştin.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Sibatê de herî kêm 9 zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de 3 bû.
Mêran du zarok bi çekên guleber, sê zarok jî bi amûrên birînê kuştin. Mêran zarokek jî fetisandiye.
Zarokek xizmê wê, du zarok bavê wan û du zarok jî hevalê wan ew kuştine.Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm çar zarok kuştine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Dîlok (1), Antalya (1), Bolu (1), İstanbul (1), Stenbol (2), Şirnex (1), Tekirdag (1), Tokat (1).
Zarokên ku mêran ew kuştine
Ahmet M., B.A., Barış Nas, Enes Mohammed Khalafaln, Eyüp Arıcı, Mattia Ahmet Minguzzi, Su Didem Y., Şükrü Alkaşf, Yasin Bozoklu.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 11 faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek revî û li yekî jî digerin. 9 faîl jî hatin girtin.
Tacîz
Mêran di meha Sibata 2025an de herî kêm tacîz li 8 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 3 bû.
Du bûyerên tacîzê sîstematîk bûn.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxaneyê tacîz li 8 jinan kirine. Li nava malê jî li jinekê kirine.
Jinekê dersdêrê muzîkê, jinekê jî hevalê wê yê kar ew tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 7 mêrê ku tacîz li şeş jinan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Aydın (1), Eskişehir (1), İstanbul (6).
Pêvajoya hiqûqî
9 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê 2 hatin girtin. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê ji bo rewşa du faîlan gotiye “revine”. Derbarê du faîlan de biryara jêdûrxistinê hat dayîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Sibatê de îstîsmar bi kêmanî li 5 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de du bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke dibistan, qursa quranê, salona werzişê îstismar li sê zarokan kirine. Du zarok jî li nava malê îstismar kirine.
Zarokek karmendê dibistanê, zarokek jî berber ew îstismar kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka 7 mêrê ku îstismar li sê zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
İstanbul (1), Maraş (1), Samsun (1), Riha (1), Zonguldak (1).
Pajêvoya hiqûqî
9 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Her 9 jî hatin girtin.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Çapemeniyê ji bo meha Sibata 2025an çi bûyerên tecawizê nenivîsiye. Ev nayê wê wateyê ku di vê mehê de bûyerên tecawizê çênebûne.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 51 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de jî ev hejmar 43 bû.
Herî kêm 4 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 37 jin destgirtî û mêrên wan ew birîndar kirin. Çar jin xizmên wan ên mêr ew birîndar kirine. Sê jin hevalê wan yên kar ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrên ku 7 jin birîndar kirine nas in an ne nas in.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 12 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 39 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 33 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan çar jin û bi çekên guleber 2 jin birîndar kirin. Mêran du jin bi fetisandinê birîndar kiriye û heqaret li jinekê kiriye.
Mêran li nava malan 26 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 20 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 5 jin li kîderê birîndar kirine.
Bajarên ku mêran tûndkarî li jinan kirine
Adana (3), Afyon (1), Ankara (2), Dîlok (1), Balıkesir (1), Bilecik (2), Burdur (2), Amed (1), Edirne (25), Stenbol (5), İzmir (1), Kayseri (1),Kocaeli (1), Kutahya (1), Kütahya (1), Samsun (2), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
63 faîlên ku jin birîndar kirine hebûn. Tenê 17 hatin girtin. Derbarê 31 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 10 faîl hatin desteserkirin. Faîlek hat kuştin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 4 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 110 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 34 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Tevahiya jinên ku karkeriya seksê lê hat ferzkirin welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Bedlîs (12), Bursa (9), Denizli (6), Denizli (13), Stenbol (1), Isparta (29), Kayseri (10), Kocaeli (3), Meletî (16), Tekirdağ (11).
Pêvajoya hiqûqî
51 faîl hebûn. Tenê 41 hatin girtin. 10 faîl bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
(EMK/AY)
23EMÎN MEŞA ŞEVA FEMİNÎSTAN
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"

Nîmet Tanrikûlû tehliye bû

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine
