"Lihevkirina bajarî îrade ye, krîmînalîzekirin wê nayê qebûlkirin"

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de di çarçoveya avakirina ‘Civaka Demokratîk’ de hin rêzecivîn li dar xistin.
Di çarçoveya van civînan de Meclîsa Jinan di mijara avakirina ‘Civaka Demokratîk’ û mîsogerkirina aştiyê de wê roleke çawa bilîze û xeta têkoşînê ya piralî dewam dike hatin axaftin. Di çarçoveya nîqaşan de Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu li Taksîma Stenbolê li otel Hillê bi rojnamegerên jin re hatin cem hev.
Turkoglûyê pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku divê jin di siyaseta demokratîk de bibin mixatab û got ku ew li dijî polîtîkayên desthilatdariya mêr têdikoşin.
“Divê hikumet gav biavêje”
Halîde Turkoglû anî ziman ku banga Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê û li cîhanê bi erênî hatiye qebûlkirin û wiha got:
“Weke Meclîsa Jinan em difikirin ku divê ev yek bi tenê di asta bangekê de nemîne. Em ê naveroka wê çawa bi rêxistin bikin, em ê qadeke çawa ya siyasî ya demokratîk biafirînin? Mesele ne tenê PKKê yan jî gavên ku hikûmet bavêje ye. Girîng e her beşê civakê biaxive û nîqaş bike bê çawa dikare di vê pêvajoyê de cih bigire û di vê mijarê de em dikarin çi bikin. Pêvajoyên aştî û çareseriyê gelekî girîng in ku divê ji siyaseta bi serdestiya mêr re neyên hiştin.”
“Jin aştiyê weke pêdiviyek dibinin”
Halîde Turkoglû diyar kir ku wan bi serokên şaxên jinan û partiyên ku di parlamentoyê de komên wan hene re hevdîtin pêk anîne. Turkoglu got ku di vê çarçoveyê de bi partiyên CHP, AKP, EMEP, TÎP, Saadet û DEVA'yê re hevdîtin kirine. Halîde Turkoglû da zanîn ku ew bi MHP'ê re neciviyane, lê ew ê di hefteya pêş de li Meclîsê bicivin û wiha got:
"Em li ser wê yekê axivîn ku eger li meclîsê komîsyonek were avakirin, divê jin di vê mijarê de çawa rolê bilîzin, an jî dema komîsyonek neyê avakirin divê jin di vê mijarê de çawa bixebitin. Şaxên jinan ên hemû partiyan, aştiyê weke pêwîstiyekê dibînin û dixwazin xwe weke mijarekê bibînin. Li parlamentoyê ji bo jinan baş hat pêşwazîkirin. Pêşniyar hatine kirin û ev danûstandin wê dewam bikin.”
Halîde Turkoglû anî ziman ku di pêvajoyên li jêr de ew ê bi şaxên jinan ên partiyên ku meclîsê komeke wan nîne re jî bicivin.
Halîde Turkoglu diyar kir ku ew ê ne tenê di siyaseta navendî de, di asta herêmî de jî civînan li dar bixin û bi polîtîkayên wek tayînkirina qayûman, li qadên demokrasiya herêmî de demokrasî û pêkhatina aştiyê zehmet bûye. Halîde Turkoglû diyar kir ku di vê çarçoveyê de ew ê bi rêxistinên jinan ên herêmî, platformên jinan ên bajaran û meclîsên jinan ên bajaran re bên cem hev.
Girtîgeh, girtiyên nexweş û plansaziya çalakiyan
Halîde Turkoglu, bilêv kir ku di çarçoveya van hevdîtinan de planên wan ên ji bo girtîgehan jî hene. Di vê çarçoveyê de diyar kir ku ew ê van hevdîtinan hem ji jinên siyasî yên girtî yên li girtîgehê re ragihînin hem jî bi wergirtina pêşniyarên xwe re pêvajoyê bi rêxistin bikin.
“Lihevkirina bajarî nayê terorîzekirin”
Halîde Turkoglu diyar kir ku baweriya civakê bi hikûmetê nîne û wiha got: "Ji ber vê sedemê, dibe ku ferasetek çêbibe ku xebatek neyê kirin. Weke jin, em naxwazin 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a birêz Ocalan ji insafa hikûmetê re bihêlin.”
Halîde Turkoglu wiha berdewam kir: "Lê di heman demê de em ê bi hemû beşên civakê yên ku em jê re muzakereya piralî dibêjin re bicivin û muzakereyan bimeşînin. Dewleta serwer, hikûmet bi xwe, hişê netewe dewletê bi xwe taktîkan dike ka divê em li ku derê li ber xwe bidin divê em xetekê xêz bikin. Lê yên têkoşînê dimeşînin jî xwedî tarzekî siyaset û xeteke têkoşînê ne. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a birêz Ocalan ne tiştekî ku karibe li retorîk û siyaseta populîst bê hiştin e. Pêwîstî bi avakirina siyaseteke aştî û çareseriyê heye. Di vî warî de em hemû di qefeseke hesin de ne."
Halîde Turkoglu der barê ‘Civaka Demokratîk’ û siyaseta aştiyê de axivî û wiha got: "Li hember me rêxistinbûneke ku êrîşî hemû civakê dike heye. Girîng e li dijî vê têbikoşin. Siyaseta aştiyê polîtîkayeke li ser esasê demokratîkbûna civakê ye. Ji bo vegotina çawaniya avakirina civakeke demokratîk e. Di civaka demokratîk de ji ber ku ne desthilatdar e zimanê xwe înkar bike ne mimkûn e. Demokrasiya herêmî, pirsgirêka rêveberiyên herêmî, mafê rêxistinbûnê, azadiya ramanê, ev hemû çarçoweya civaka demokratîk in. Di nava civaka demokratîk de yekdestî nîne. Em jin difikirin ku herî baş em dikarin vê pêvajoyê bihûnin."
(EMK/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2025
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin

23EMÎN MEŞA ŞEVA FEMİNÎSTAN
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - SİBAT 2025
Mêran di Sibatê de 17 jin kuştin

Nîmet Tanrikûlû tehliye bû

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin
