Ev demeke dirêj e ku li kuçeyên Amedê wênekêşek li ber çavê min dikeve. Ez wî li her kûçeyên Derê Çiyê û li kolanên Sûrên Amedê dibînim. Hema hema her cara ku berê min dikeve Derê Çiyê çav pê dikevim. Di destên wî de makîneya wî li Deriyê Mêrdînê, li ser Sûran, li Çarşiya Şewitî, li Balikçilar û gelek cihên din digere û wêne-portreyên pîr û kalan, jin û zarokan digire.
*Emrah Kelekçîer / Twitter
Li ser medyaya dijital min li wêneyên wî meyze kir û min dît ku tenê wêneyên Amedê dikşîne. Navê wî wênekêşî Emrah Kelekçîer e. Ew nêzî 8 salan e ku makîneya wî qet ji destê wî neketiye û li kûçe û kolanên Amedê ye.
Di nav vê keft û lefta hilbijartinê de Emrah Kelekçierî bersiva pirsên bianet kurdiyê da.
Bi pirsa min a “Emrah ev 8 sal in ku tu çîrokên amediyan bi makîneya xwe dikşînî, ka çîroka te ya wênekêşiyê çi ye?” dest bi axaftina xwe kiu: “Di sala 2014an de ez ji girtîgehê derketim. Wê demê min dest bi rojnamegeriyê kir. Yanî bi rojnamegeriyê min dest bi girtina wêneyan kir. Ev nêzî 8 sal in jî bê navber wêneyan dikşînim. Tenê sala ku min nû destpêkirî bi telefonê wêne dikişandin heta ku makÎneya min î ewilî hevalekî ji min re diyarî kir. Min tu perwerdeya wênekêşiyê negirtiye. Dema çavê mirov ê wênegiriyê hebe bê dem bi her awayî mirov dikare wêneyan bikşîne. Ez jî hinekî li pey vê rastiyê çûm û bi lêkolînan ez fêrî hûrgiliyên wênekêşê bûm. Di destpêkê de li malê min wêneyên dayika xwe dikişand. Yanî modela min î ewilî dayika min bû. Lê destûr nedida ez wêneyên parve bikim. Tenê digot bikşîne bes e. Ya din jî wêneyên Steve McCurry pir bandor li min kir û yek ji perwerdeya herî baş ji bo min wêneyên wî bûn. Piştî van jî êdî kolanên Amedê ji min re bûn cihê perwerdeyê.”
“Wêneyên min li hemberî modernbûyînê ne”
Piştî Emrah Kelekçîer hînî wênekêşiyê dibe êdî berê wênekêşa wî her tim li kesên kûçe û taxên Amedê yên dîrokî ne û portreyan dikşîne: “Mesela gelek wênekêş hene xwe ji portreyan dûr dixin. Lê ya min berevajî vê ez berê wênekêşa xwe didim xetên rûyê wan kesan û gelek caran li bin wêneyan çîroka wan dinivîsim. Li Amedê gelek pîşeyên ku êdî ber bi xelasbûnê ve ne, mînak qelacîtî, dirûtina doşekan, ya kurtanan, tenûr, zîvkarî yanî çanda ku ber bi hûndabûnê ve ye, an jî ya li dijî moderniteyê, dikşînim. Portre ji ber ku dihêle çîroka kesan jî mirov hîn bibe, an jî çîroka kesên li kêlekê jî têxe kirde-subje zêdetir bala min kişand. Ez jî bi portreyan hewld didim çîroka van kesên li kêlekê û yên nayên xuyakirin, nîşan bidim.”
Wênekêş Emrah Kelekçîer di berdewamê de bal kişand li ser wênegiriya li kûçeyên dîrokî yên Amedê: “Tenê ne yên Amedê, min ên Dêrsim û gelek deverên din kişandin. Lê belê di nav wan wêneyan de herî zêde Amed derkete pêş. Lê mînak wêneyên 75ê, Dîclekentê an jî cihên din ên nû hatine avakirin nakşînim. Ji cihên ku bêhna Ameda kevnare ya dîrokî heta kûçe û kolanên ku çanda kurdewarî û qedîm heyî dikşînim. Yanî bi wêneyên xwe ez sekneke li hemberî modernbûyînê jî nîşan didim. Piştî erdhejê, min biryar da ku ez herim navçeya Rezan-Baglarê ya Amedê jî bikşînim.”
Çîrokên mekan û mirovan di heman çarçoveyê de ne
Dema mirov bala xwe dide wêneyên Emrah Kelekçîerî yek ji ya herî zêde bala mirov diçe ser, nêzîkatiya ku çîroka mekan û çîroka mirovan dêxe heman çarçoveyê. Der barê vê yekê de jî Emrah Kelekçîerî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di wêneyên min de zincîra wext-mekan-mirov li dûv hev tên. Ji ber ku dema ez wêneyan dikşînim, dizanim ku çîrokeke wî/wê kesê heye. Gelek caran di kêliya kişandinê de ez ji bo wan kesan di serê xwe de çîrokekê ava dikim. Piştî wêne dema dikevim bi wî/wê kesê re diaxivim jî çîroka wan nêzî ya min di serê xwe de avakirî, derdikeve. Ez jî hewldidim vê çîroka di rûyê wan de, bi makîneya xwe di bîrê de bihêl im.”
“Wêneyên ku çîrokên wan hene bala min dikşînin”
Emrah Kelekçîer dibêje ku ew wêneyên xwe bi fikarên tîcarî nakişîne. Ji ber wê jî bi rihetî gelên Amedê berê xwe didin makîneya wî. Her wiha ji bo ku xwezatir û rastîtir wêne derkevin gelek caran jî bêdestûr wêneyên xwe dikşîne. Ji bo vê mijarê Emrah Kelekçîer wiha dibêje: “Di wênekêşiyê de jixwe mijarên etîkê yên bi vî rengî hene bêguman. Wêneyên pêşiya destûrê ji yên beriya destûrê her tim baştir in li gor min, dema wêneyên dokumanter bin, jixwe dema tu destûrê digre ji xwezaya xwe dûr dikeve. Gelek wênekêşên wek Vivian Maier bigre heta John Berger û Steve McCurry hin ji wan destûrê digrin, hin jî nagirin. Vêce têkiliya min a bi kesê ku ez bixwazim bikşînim re, bi çavan em li hevdû dikin. Piştî wêneyî digirim, ez diçim gel wan kesan û bi wan re dikevim têkiliyê. Wêneyên çîroka wan heyî zêdetir bala min dikşînin.”
“Dixwazim wêneyên dinên Amedê nîşan bidim”
Herî zêde wêneyên dînên Amedê ketine qadraja Emrah Kelekçîerî û ew hewld dide ku pêşengeheke ji wêneyên dînên Amedê nîşan bide: “Ji dînên Amedê yê bi navê Lalo-Filît û Sonê her yek ji wan çîroka wan di hişê min de ye. Heta navê Laloyê dîn ez wek Charlie Chaplînê Amedê jî bi nav dikim. Di rojên pêşiya me de ger derfet çêbibe çîroka van kesên sembolik ên wek dînên Amedê; Lalo, Filît, Sonê, Çîzo, Mûrsel, Qirix Mihemê û bi dehan navên din heyî, dixwazim bi pêşengehekê wêneyên wan nîşan bidim.” (WT/FD)
*Fotograf: Emrak Kelekçîer