Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiyên siyasî lîsteyên namzetên xwe yên parlamenteriyê wê heta 9ê Nîsanê pêşkêşî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bikin. Tifaqên ku beşdarî hilbijartinê dibin wê heta roja dawî lêgerîna xwe ya ji bo lîsteya hevpar bidomînin.
HDP, EMEP, EHP, TOP û Federasyona Meclîsên Sosyalîst wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Hevseroka Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar û rayedarên din ên partiyê diyar dikin ku hedef û armanca wan, bidestxistina 100 kursiyan e li Parlamentoyê.
Hevberdevkê Komîsyona Diyarkirina Namzetan ê Amedê yê Partiya Çep a Kesk Îrfan Sonerî agahiyên dawî yên lîsteya namzetan ji bîanetê re nirxand. Sonerî got, "Li Amedê 250 hevalên me ji bo namzediyê serî li partiya me dane."
Komîsyona Hilbijartinê ya Amedê li bajarên Amed, Dêrsim, Elezîz, Çewlik, Erzîngan û Sêwasê dinêre. Sonerî diyar kir ku, 17 kes ji Çewlîkê, 5 kes ji Dêrsimê, 3 kes ji Elezîzê serlêdan kirine. Bajarên Sêwas û Erzînganê jî serî li navenda giştî dane.
"Em dixwazin bi lîsteyeke xurt bikevin hilbijartinê"
Li Amedê 56 jin, ji bo namzediyê serî li Partiya Çep a Kesk dane. Sonerî bal kişand kontenjana jinan a Partiya Çep a Kesk: “Em bi tifaqê re dikevin hilbijartinê. Hevparên me jî hene kesên ku ji lîsteya me dikevin kontenjana wan hene. Ji bo partiya me tişta herî girîng wekheviya jin û mêran e. Niha li Amedê 56 jin, bi giştî jî hezar û 130 jinan serî li partiya me dane. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Me ji bo her aliyê cih vekiriye. Ji bo astengderan, ji bo ciwanan yanî bi giştî em dixwazin her beşê gel di nav vê lîsteyê de cih bigirin. Em dixwazin bi listeyeke xurt ku herkes xwe tê de bibîne têkevin hilbijartinê.”
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd çendeke berê danezana xwe ya hilbijartinê li Amedê bi daxuyaniyekê ragihandin. Ozerî da zanîn ku, kontenjanên namzediyê ji bo Tifaqa Kurdistanî ku li ser xalên netewî Tifaq hatiye çêkirin jî dê hebin.
“Hejmara me her ku diçe zêdetir dibe”
Li gorî hilbijartinên berê, di hejmara serlêdanên namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk de zêdebûnek berbiçav hate dîtin. Di hilbijartina 2018an de hezar û 400 kesan serî li Partiya Demokratîk a Gelan dabû. Ozerî da zanîn ku, ji bo hilbijartina 14ê Gulanê, nêzî 3 hezar kesî serî li Partiya Çep a Kesk dane:
“Ewqas êrîş hat kirin, ewqas dek û dolaban dikin lê dîsa jî hejmara me her ku diçe zêdetir dibe. Dixwazin me bêhêz nîşan bidin ku serlêdan zêde çênebin. Lê dîsa jî eleqeyeke mezin hebû. Ji bo partiya me nêzî 3 hezar serlêdan çêbûn. Baweriya gelê me bi partiya me heye. Baweriya me jî bi gelê me heye.”
“Ji bo AKPê 30 kes serî lê daye”
Ozerî hilbijartinên berê bibîr xist û da zanîn ku li Amedê ji bo AKPê 30 kesan serî lê daye: “Li gorî hilbijartinên borî li Amedê ji bo AKPê 200-300 kes serî lê dida. Lê niha tenê 30 kesan serî lê daye. Ew jî formalîte ye ku bo hejmara wan zêde be. Ev hejmar jî têkçûna wan nîşan dide. Niha ji bo me ya herî giring hejmara parlementeriyê ye, armanca me 100 wekîl in.”
Di lîsteya Partiya Çep a Kesk de a ya ku xebatên bernamzetan lê dewam dikin, him li Amedê him li bajarên din hin navên ku ji aliyê raya giştî ve tên nasîn dê cih bigirin. (RY/AY)