Gelek hunermend di pêşangeha nû ya bi navê “Çîrokên Melezan” de li qada hunerê ya serbixwe “Galeriya Ridvan Kuday” ya ku li Amedê ji bo zêdekirina kiriyarên hunerê, eleqeya ji bo hunerê û gihîştina hunerê hatiye avakirin, hatin cem hev. Em bi damezrînerê galeriyê Ridvan Kuday û hunermendan re li ser xebatên wan axivîn.
Kuday: Em piştgiriya xebatên hunermendên ciwan dikin
“Galeriya Rıdvan Kuday” ji bilî ku galeriyek bazirganî ye, armanc dike ku şêwirmendiyê pêşkêşî sermayeya potansiyela herêmê ber bi warê çand û hunerê ve bike, axaftinên kuratorê hunermend, axaftin û panelên li ser aboriya hunerê û pirtûkên hunermendan organîze bike. Yek ji damezrînerên galeriyê Rıdvan Kuday ji Bîanetê re behsa kar û xebatên galeriyê û armanca pêşangehê wiha anî ziman û got:
“Ev galeriyeke ku li Amedê di standardên navneteweyî de yekemîn e. Em hewl didin sermayeya herêmî bi çand û hunerê re bînin cem hev. Em ne tenê hunermendên ciwan ên li herêmê diyar dikin, di heman demê de berhemên wan li vir ji bo firotinê jî pêşkêş dikin. Yanî em hewil didin ku, ji bo piştgiriya xebatên hunermendên ciwan û piştgiriya hemû karên hunerî bi awayekî şareza bixebitin.
Pêşangeha “Çîrokên Melezan” serpêhatiyek pêşkêşî dike ku tê de berevajî û cûdahî, dem û mekan têkel in. Armanca pêşangehê ew e ku di çîrokan de wekî platformek ku raborî û paşeroj, kevneşopî û nûbûn, zanîn û nenas tê de digihêjin hev. Dema me amadekariya vê pêşangehê dikir, me li arşîvên hunermendan jî nihêrî. Bi hatina hev a hunermendên nifşa nû û nifşa kevin re meleziyek wisa çêbû. Me navê "Çîrokên Melezan" bi îlhama rêze kolajên Sedat Akdogan ku bi hunermendên me yên beşdar re di pêşangehê de ye, bikar anî. Em hem ji bo piştgiriyê hem jî ji bo serdana pêşangehê li benda hunerhezên Amedê ne.”
Ekîncî: Dê û xaltiya min bûne rol modela min
Rojbîn Ekîncî ku fîgurên jin ên Kurd bi awayekî din bi şêweyekî nûjen nîşan dide, bi berhema xwe ya bi navê “X-zoomer” di nav hunermendên beşdarê pêşangehê de ye. Ekînciyê behsa çîroka tabloyên xwe wiha vegot:
“Nakokiya nifşan pirsgirêkeke civakî ye ku ji berê heta niha heye, nifşên berê dixwazin fikrên xwe li ser ciwanan ferz bikin. Pêşketina teknolojiyê, medyaya civakî, pêkhatina cîhanek virtual û nasnameyên virtual cudahiya di navbera nifşan de kûrtir dike. Ji bilî ku ev rewş hem pirsgirêkek kesayetî û hem jî civakî ye, di heman demê de aliyekî mîzahî jî heye. Ji ber ku nifşê mezin heyama xwe ya krîtîk derbas kiriye, ji rastiya îro qutbûyî di adaptekirina jiyana nûjen de zehmetiyan dikişîne. Di vê nuqteyê de, herdu nifş jî hewl didin hevdu qebûl bikin û fêm bikin. Ji ber vê yekê di navbera her du nifşan de pêwendiyek trajîkomîk çêdibe. Di xebata min de mijara sereke ew e ku nifşa berê di civakek civakî, çalak û nûjen de bi cih bikim.
Min jinên Kurd yên nifşa berê danî navenda tiştên ku em ciwan bi rengên geş û berovajî bi awayekî neasayî rexne dikin. Ez bi jinên nifşên beriya xwe re mezin bûm. Dê û xaltiya min bûne rol modela min. Di tabloyên min de fîgura pîrejinê diya min û tiştên li dorê jî min temsîl dikin.”
Kino: Don Kîşot îdolê min e
Wênesaz Şerîf Kino ku di jiyana xwe ya hunerî de hertim “Don Kîşot” xêz dike, yek ji beşdarên pêşangehê ye. Kinoyî ji me re behsa nêzîkbûna xwe ya bi Don Kîşot re dike: “Ez li ser Don Kîşot dixebitim, zilamekî kal, dirêj, nazik, xeyalperest ku di tabloyên xwe de şahidê dîrokê û îro ye. Di wêneyên xwe de ez wî di nav wext û mekanên cûda de xêz dikim. Don Kîşot îdolê min e. Ger hûn ji min bipirsin, ya girîng ew e ku hûn di vê zemanê de karibin bibin Don Kîşot. Dema ku ez li rabirdûya xwe dinêrim, gelek aliyên Don Kîşot hene ku bi jiyana min ve diherike. Ji ber van sedeman ez demeke dirêj di tabloyên xwe de li ser Don Kîşot wekî mijar dixebitim.”
Pêşangeha “Çîrokên Melezan” ku di 26ê gulanê de vebûbû wê heta 26ê tebaxê ji bo hunerhezan vekirî be.
(AY/RY)