Fotograf - Vîdeo: Roza Yiğit
5emîn Rojên Ma Mûsîcê duh bi şev li hewşa Ma Mûsîc Centerê destpê kir.
Malbatên zarokên ku li Akademiya Ma Musîcê perwerdehiyê dibînin, mamosteyên wan û gelek kesên din tevlî bernameyê bûn.
Di bernameyê de şagirtên ku li Ma Musîcê perwerdehiya muzîka kurdî dibînin bi amûrên muzîkê yên wekî; pîyano, tembûr, keman, sêtêlvan û santûrê stran gotin. Şagirtan piştî ku hunerên xwe pêşkêş kirin ji mamosteyên xwe bawername wergirtin.
“Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin”
Yek ji endamên Ma Musîcê Ferhat Ertaşî behsa xebatan kir û got: “Ez jî yek ji dêrçûyên Ma Musîcê me, min perwerdeya xwe li vir temam kir û niha jî bûm mamoste û rêvebirekî Ma Musîcê. Bi rastî jî ez gelekî bi kelecan im. Çawa ku mirov tovekî diavêje bin erdê û li benda şînbûna wê disekine em wisa pênase dikin ku ev zarokane jî wek tovekî ne. “
Sarya Ertaşê jî diyar kir û got: “Di vê pêvajoyê de em hertim tên astengkirin. Bi rastî em karekî zehmet dikin lê dîsa jî em dibêjin çiqas astengî hebin jî çiqas problem jî derkevin em ê hertim xebatên xwe yên muzîk çand û hûnerê li vê derê bimeşînin. Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin”
Malbatên zarokan jî tevî şahiyê bûn. Yek ji malbatên zarokên ku li Akademiya Ma Musîcê perwerdehiyê dibînin Lokman Ayebe kêfxweşiya xwe anîn ziman: “Kurê min Pêşewa ji 2 saliya xwe ve tê Ma Muzîkê. Pêşî dersa rîtimê hîn bû, niha jî dersa sêtêlê dibîne. Di serdema îro de li bajarekî wekî Amedê parastina kurdî zehmet bûyê. Ji bo parastina hunera kurdî mixabin ji bilî van cihan jî alternatîf nemaye, piştî qeyuman hemû saziyên kurdî hat girtin. Ma Musîc ji bo zarokan, ji bo parastina çand û zimên gelekî sûdewer e. Em weke malbat ji hebûna vê derê pir şanaz û bextewar in.”
“Em banga tevlîbûnê dikin”
Di dawiya bernameyê de pêşkêşvan Hêlîn Kiliçarslanê, ji bo 10 û 11ê mehê bang li hemû kesî kir ku tevlî konserê bibin: “Em bi kelecanekî mezin li benda we ne. Ji ber ku zarok bi amûr û stranên xwe derbikevin ser dikê kêfxweşiyek mezin dide me. Em benda hemû kesî ne. Werin em bi hev re muzîka kurdî guhdar bikin.”
Bernameya 5emîn Rojên Ma Mûsîcê
10ê Hezîrana 2023yan
- Dîwanên Xwendekaran
- Dîwana Pîyanojen, Sentûrjen û Sêtêljenan
11ê Hezîrana 2023yan
- Konsera Pîyanojenan
- Konsera Koma Zarokên Ma’yê
- Konsera Orkestraya Rîtmên Xwezayî
*Cih:Sahneya Servekirî ya ZAROKmayê / Baxçeyê ZAROKmayê, Saet:18.30
(RY/FD)