Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), rapora xwe ya meha Adarê aşkere kiriye. DFGyê di rapora xwe de diyar kiriye ku di meha Adarê de rojnamegerek hatiye girtin û hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 87an.
Bi nêzîkbûna hilbijartinê re zext zêde bûne
DFGyê di rapora xwe de bal kişandiye ser hilbijartinên 14ê Gulanê û gotiye: “Tirkiye di 14ê Gulanê de wê biçe ser sindoqan û hilbijartinên xwe yên parlamento û serokomariyê pêk bîne. Herkes bi yek dengî destnîşan dike ku encama vê hilbijartinê dê bandoreke bêhempa li pêşeroja gelên Tirkiyeyê dijîn bike. Ji bo vê hilbijartina ku ewqas wateyeke mezin û girîng lê tê barkirin “ewlehiya hilbijartinê” jî di nava mijarên sereke de cihê xwe digire. Di ewlehiya hilbijartinê de hêmaya sereke azadiya çapameniyê di nava dorpêçê de ye. Her çend hilbijartin nêz dibe jî zext û dorpêçên li ser medyayê tên zêdekirin. Hemû rojname, malperên nûçeyan, ajans, radyo û televîzyonên ku ne li gor hesab û xwestekên desthilatdariyê weşanê dikin hedef tên girtin û cezayên curbicur li wan tên birîn.”
Her weha DFGyê destnîşan kiriye û gotiye, “Hevserokê komaleya me Serdar Altan jî di nav de îdianameya 16 rojnamegerên ku di 8ê Hezîrana 2022an de hatibûn desteserkirin û piştre hatibûn girtin piştî 10 mehan hê temam bûye. Îdianameya ku ji aliyê dozger ve hat nivîsandin û ji 4emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re hat şandin hê tu biryarek ji bo wê nehatiye dayîn. Em li bende ne ku dadgeh der barê îdianameya ku di 28ê Adarê de gihiştiye ber destê wê de demildest roja danişînê diyar bike û biryara serbest berdana hevpîşeyên me bide. Heta ku ev pêk bê jî em ê bê navber têkoşîna xwe bidomînin.”
Li gorî rapora DFGê ya di meha Adarê de:
“*16 rojnameger hatine desteserkirin.
*Rojnamegerek hatiye girtin
* 8 rojnameger rastî êrîşan hatine.
*Di 12 çalakî û bûyeran de rojnamegerên nûçe dişopandin hatine astengkirin.
*Derbarê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
*Derbarê 5 rojnamegeran de doz hatiye vekirin.
* 3 rojnameger hatine cezakirin. Li 3 rojnamegeran 2 sal cezayê girtîgehê û 48 hezar 746 TL cezayê pere hatiye birîn.
* 2 rojnameger ji kar hatine derxistin.
* 77 rojnameger di 41 dosyeyan de tên darizandin.
Cezayên RTUKê yên di Adarê de
* RTUKê 13 bername dane rawestandin.
* Li televizyonan 10 caran cezayê pere biriye
*8 malperên înternetê hatine girtin.
* 330 nûçe hatine astengkirin.
* 1084 naverokên medyaya civakî hatine astengkirin.
* Heta 1ê Nîsana 2023an hejmara rojnamegerên girtî 87 bûye.”
(AY)