Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka Bajarê Stenbolê ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) Canan Kaftancioglûyê ragihandiye ku îro bi çekan êrişî avahiya serokatiya bajêr a wan kirine.
Kaftancioglûyê weha gotiye:
“Îro (06.04.2023) di saet derdora 05.00an de li dijî Avahiya me ya Serokatiya Bajarê Stenbolê ya CHPê ku li Seyrantepe Rêbeja TEMê ye êrîşeke çekdarî pêk hatiye.
Li gorî îfadeyên polîsê li avahiyê û nobedarê taybet ê li qada ku avahî lê ye, di bûyerê de 6-7 gule berdane.
Li gorî zanyariyên destpêkê guleya ku li Avahiya Serokatiya me ketiye nehate dîtin û li cihê bûyerê fîşekên vala hatin dîtin.
Lêpirsîna dozgeriyê ya derbarê bûyerê de berdewam dike. Pêşketin dê bi we re bên parvekirin.”
IYI Partiyê daxuyanî daye
Şerşêwirmendê Seroka Giştî yê İYI Partiyê Bûgra Kavuncû li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî êrişê peyamek belav kiriye û gotiye, “Duh Serokatiya Bajarê Stenbolê ya IYI Partiyê, îro Serokatiya Bajarê Stenbolê ya CHPê! Êrîş wê me ji rêya me venegerîne. Demokrasî û vîna gel wê bi ser bikeve. Derbasî be!"
Li Zeytînburnuya Stenbolê di 31ê Adarê de li dijî Serokatiya Bajarê Stenbolê ya IYI Partiyê êrîşeke çekdarî pêk hatibû û 2 gule li camên avahiya partiyê ketibûn. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê de M.E.yê hatibû desteserkirin serbest bûbû.
EMEPê peyama hevgirtinê belav kiriye
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz li ser medyaya civakî ev daxuyanî daye:
“Min têkildarî êrîşa çekdarî ya li dijî Avahiya CHPê telefonî Seroka Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglûyê kir. Min peyama “Em bi qasî têlefonekê nêzî hev in, em ê di asta herî bilind de hevgirtî bin” da. Em ê bi hev re vê tarîtiyê derbas bikin. Li ser navê EMEPê em ji hevalên xwe yên CHPê re dibêjin derbasî bin."
(AS/AY)