Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarî ya li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja 744an de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîne Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de axivîye û wiha gotiye: “Tu ceza nedan kesên ku malbata min qetil kirin. Lê kurê min bû 6 sal di girtîgehê de ye. Ez dixwazim di vê cejnê de kurê min were berdan û wî bibînim.” Ferît Şenyaşar jî got ku yên li dijî zilmê bêdeng dê têk biçin.
Di çalakiyê de di destpêkê de Ferît Şenyaşar axivîye û bal kişandiye ser gotinên Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ên têkildarî malbatê li pêşiya rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine rûniştin. Şenyaşar, wiha gotiye: “Dema Wezîrê Edaletê tê Rihayê, ji deriyê paşê ve dikeve hundir. Wezîr, rewşa vê dayikê baş dizane. Wezîrê dadê vê dayikê nabîne lê dema diçe Amedê wekî berdevkê malbatên li ber HDPê rûniştine tevdigere. Ev cihêkarî ye, faşîzm e. Her kesê tu berjewendiyên wan ên aborî bi îktîdarê re tune, piştgiriyê didin me. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Ev serdem dê biguhere û îktîdara zilmê dê têk biçe.”
Bi domdarî Şenyaşar rexneyên Bozdag ên ji ber pêlêkirina cilnimêjê li namzetê serokomariyê yê Tifaqa Milletparêz Kemal Kiliçdaroglû dike bi bîr xistiye û wiha derbirîye: “Nobeta dayikan a edaletê di rojeva Tirkiye û Meclisê de ye lê deng ji îktîdarê dernakeve. Wezîrê dadê têkildarî cilnimêjê daxuyaniyan dide. Lê li gel ku ji edaletê berpirsyar e jî têkildarî têkoşîna dayikê yek gotinê nake. Ji ber ku yek ji şirîkên vê zilmê ye, lewma li dijî neheqiyê bêdeng dimîne. Yên li hemberî vê bêedaletiyê bêdeng, dê têk biçin.”
“Ma ew kor in ku me nabînin”
Piştre jî Emîne Şenyaşar axivîye û diyar kiriye ku ew rojiya xwe li ber deriyê edliyeyê digirin. Şenyaşar, axaftina xwe wiha bi dawî kiriye: “Em nikarin fitareya xwe li malê vekin. Her kesê xwedî wijdan tê vê derê û fitareya xwe bi me re vedike. Heta edalet pêk tê jî em li vir rûnin. Min par hemû rojiyên xwe li vir girtin. Ev bû 6 sal ku kurê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ma ew rewşa me nabînin? Ma dengê me nabihîsin? Ma ew kor in? Du kurên min û hevjînê min qetil kirin û kurekî min jî xistin hefsê. Hem dewlet û hikûmet û hem jî hemû cîhan bi rastiyê dizane. Malbata min parçe kirin. Yên ku malbata min qetil kirin ne ketin girtîgehê û nehatin cezakirin. Ez dixwazim ku kurê min di vê cejnê de were berdan. Dixwazim di vê cejnê de kurê xwe bibînim.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/AY)