Li Dêra Ermenan a Surp Gîragosê, piştî 8 salan Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin

Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Cejna Paskalyayê ya ku wek roja vejîna Îsa Mesîhî tê qebûlkirin, li Amedê, li Dêra Ermenan Surp Giragos bi merasîmeke ayînî hat pîrozkirin.
Dêra Ermenan a Surp Giragos ku di pevçûnên sala 2015 û 2016an de li navçeya Sûra Amedê ziyan gihîştibiyû, ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve hatibû restorekirin û par hatibû vekirin. Cejna Paskalyayê piştî sala 2015an cara yekem hat pîrozkirin.
Ermenên ku li Amed û bajarên derdorê dijîn û gelek mêvan beşdarî merasîmê bûn. Ayîn, piştî lêdana zengilê dêrê dest pê kir. Ji Patrîkxaneya Ermenan a Stenbolê Keşe Der Kevrok ayîn birêve bir.
Endamên Cemaeta Ermenan di ayînê de find vêxistin, dia kirin, beşên Încîlê xwendin û îlahî gotin. Pişt re ji bo mêvanan kulîçe, şekir û hêkên boyaxkirî belav kirin.
Endamê Lijneya Weqfa Dêra Ermenan a Surp Giragos a Amedê Ohannes Gafur Ohanyanî di dawiya merasimê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Di sala 2015an de di pêvajoya pevçûnê de dêr xera bû. Me par vekir. Ev yek jî coş û kefxweşiyeke cuda dide me ku piştî 8 salan em Cejna Paskalyayê ya yekem pîroz dikin. Îro li vir ne tenê Ermenî hene, dostên me jî hene.Tevî ku dem bi dem bûyerên xemgîn çêdibin jî em dixwazin bi hêvî bin.” (RY/FD)
Li Amedê pêşangeha “Çîrokên Melezan” li benda we ye
.jpg)
Rojên Ma Musîcê dest pê kir

Li Amedê bîranîna 5ê Hezîranê: Hûn dikujin, lê dîsa jî em terorîst in
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Amed: Ne bi dilê me ye lê em ê dengê xwe dîsa bidin Kemal Kiliçdaroglûyî

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Biçin ser sindoqan
