TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 347
Bi îdiaya ku bi karîkaturê “heqaret li Serokomarî kirine” ceza dane girtiyan
Rêveberiya girtîgeha Girtîgeha Tîpa Fyê ya Bolûyê, ji ber karîkaturekê, bi îdiaya “heqaret li Serokomarî û karmendan kirine”, 10 roh cezayê hicreyê daye 6 girtiyan. Girtiyan karîkatur li kovara ku li girtîgehê derdixin xêz kirine.
13 Îlon 2018
Rachid Taha, stranbêjê Cezayirî miriye
Stranbêjê Cezayirî û yek ji avakarên muzîka Raiyê Rachîd Taha, li Parîsê miriye. Dilê Tahayî sekiniye û mirina wî bi vî awayî çêbûye.
12 Îlon 2018
Dadgehê xwestiye bizanibe ka Ocalan aboneyê Özgürlükçü Demokrasiyê ye yan na
Dadgehkirina 14 xebatkarên rojnameya Özgürlükçü Demokrasiyê dest pê kir. Ji van 14 xebatkaran 6 xebatkar halê hazir girtî ne. Dadgehê biryar daye ku rojnamevan Pinar Tarlak bê berdan û bertawanên din girtî bimînin. Her weha xwestiye bizanibe ka Ocalan aboneyê Özgürlükçü Demokrasiyê ye yan na
12 Îlon 2018
Divê Tirkiye Danezana Mafên Gundiyan a NYyê îmze bike
Çiftçi Senê daxuyaniyek belav kiriye û tê de xwestiye ku “Tirkiye bila dengê erê ji bo Danezana Kesên Din ên li Çoltaran Kar Dikin û Mafên Gundiyan a Neteweyên Yekgirtî” bide ku wê li Konseya Mafên Mirovan a NYyê û Cıvata Giştî ya NYyê dengdan ji bo wê çêbibe.
12 Îlon 2018
Gumanbarê êrîşa Reyhanliyê hatiye girtin
Yûsûf Nazîkê li Sûriyeyê hatiye desteserkirin, di îdianameya êrîşa Reyhanliyê de wiha hatiye nîşandan ku ku kesê wesayit peyda kiriye û ew bombe li wan bar kiriye û ji bo teqandinê amade kiriye. Her weha bi tohmeta ku “ji bo plankirina êrîşê bi Beşar Esad Serokdewletê Sûriyeyê re hevdîtin kiriye” tê sûcdarkirin.
12 Îlon 2018
Ayça Söylemez
Hatiye îdiakirin ku xortekî xwe li leşkeriyê kuştiye
Hatiye îdiakirin ku kesê bi navê M. A yê ji Êlihê, dema li bajarê Afyonê leşkeriya neçarî dikir, xwe bi tivinga xwe kuştiye.
12 Îlon 2018
Sekreterê Giştî yê NYyê: Ji bo agirbesta li Idlibê divê hemû tişt bên kirin
Nûnera DYAyê di civîna li ser Idlibê û Lûtkeya Tehranê de “banga agirbestê ya Tirkiyeyê” bi bîr xistiye. Sekreterê Giştî yê NYyê jî gotiye ku li Idlibê sivîl dimirin û bang li Tirkiye, Rûsya û Îranê kiriye ku, “ji bo agirbestê her tiştî bikin.”
12 Îlon 2018
Akedemîsyenên Zaningeha Enqereyê piştî 4 salan beraet kirine
5 akedemîsyenên ku li kampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê hatibûn girtin piştî 4 salan beraet kirine.
12 Îlon 2018
Beyza Kural
Mezintirîn fona Tirkiyeyê êdî di bin fermandariya serokkomarî de ye
Dewleta Tirkiyeyê îro li Rojnameya Fermî fermana 162 û 163yê weşandiye. Li gor fermanê êdî Fona Varlikê di bin fermandariya Recep Tayyip Erdoganê serokkomar de ye.
12 Îlon 2018
Rojnamegerê Avusturyayî li Tirkiyê hatiye desteserkirin
Max Zirngast, rojnamegerê Avusturyayî polîsên dijterorê ew li Enqereyê desteser kirine. Kovara re:voltê ya ku Zirgnast lê kar dike gotiye; “Tirkiye dixwaze hemû dengên mixalîf tepeser bike”.
12 Îlon 2018
Dadgehkirina çar akademisyenan berdewam kir
Çar akademisyen li 35em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatin dadgehkirin.
11 Îlon 2018
Hikmet Adal
“Girtîgeh biryara dadgehê qebûl nake”
Şahînkayayî ji Girtîgeha Wanê nameyek şandiye û tê de gotiye, “Ez nizanim wê kengî bê ber destê we…”. Her weha diyar kiriye ku rêveberiya girtîgehê pirtûkên biryara qedexeyê ji bo wan nehatiye dayin nade wan. Dadgehê biryara dayîna pirtûkan derxistiye lê rêveberî li gorî vê biryarê tevnagere û pirtûkan nade wan.
11 Îlon 2018
Ayça Söylemez
Bahoza Florence: Milyonek mirov neçar in ji malên xwe derkevin
Li DYAyê ji bo Bahoza Florenceyê hişyarî hatiye dayin. Li DYAyê bahoza li Florence dest pê kiriye ji Bahoza Katrînayê û vir ve bahoza herî mezin tê qebûlkirin. Niha gihiştiye qonaxa 4em û çavlirêye ku roja pêncşemê bigihêje Carolînaya Başûr. Ji ber vê bahozê milyonek mirov ji eyaletên Carolînaya Başûr û ji Virginiayê wê bên derxistin.
11 Îlon 2018
Erdogan: Çareseriya ji bo Idlibê ya Esedî sexte ye
Erdoganî gotiye ku Idlib, ji bo Sûriyeyiyan cihê herî dawî yê ewle ye û wiha berdewam kiriye: “Rejîma Esedî vê êrîşa ku nêzîk dibe dixwaze di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de rewa nîşan bide."
11 Îlon 2018
Neteweyên Yekbûyî: Alternatîva me siberojeka xeternak û tarî ye
Seketerê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Gueterres ji bo guherînên îklîmê got “em ber bi keraxa kendalê ve diçin”. Gueterres got ku heta sala 2020an em vê rewşê neguherînin alternatîv me pêşerojeke xeternak û tarî ye.
11 Îlon 2018
“Li girtîgehan sê girtî li ser heman cihî dinivin”
Parlementerê HDPyî(Partiya Gelan a Demokratîk) Omer Faruk Gergerlîogluyî diyar kiriye ku “li girtîgeha Sêwasê li odeya 8 kesî 22 kes dimînin. Rojê bi tenê nîv sietê av tê lê ew av jî ne paqij e.”
11 Îlon 2018
Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine
Mêran di meha Tebaxê de 20 jin, zarokeke keç û sê mêrên ku mudaxele li bûyera tundkariye kirine kuştine. Ji sedî 15ê jinên ku hatine kuştin koçber an jî penaber bûne.
11 Îlon 2018
Çiçek Tahaoğlu
Giliyê Wezîr Soylû, Walî Şahîn û Qeymeqam Unluyî kirin
Dayikên/Mirovên Şemiyê û İHDyê giliyê Waliyê Vasîp Şahîn, Qeymeqamê Beyoglûyê Savaş Unlu û Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylûyî kirin.
10 Îlon 2018
Hikmet Adal
Bachelet: Dîwarên li pêşiya koçberan tên lêkirin tenê dibin sedema dijminatiyê
Michelle Bachelet, Komîsera Nû ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) di axavtina xwe ya Cenêvê de polîtîkayên welatan ên derbarê koçber/penaberan de rexne kiriye. Bachelet gotiye; “Dîwarên li pêşiya koçberan tên lêkirin tenê dibin sedema dijminatî, kaos û perîşaniya zêdetir”.
10 Îlon 2018
“Gotinên Demirtaş û Onderî gotinên me ne. Bijî aştî, bijî azadî”
Cîgira Serokê Koma HDPyê (Partîya Demokrtîk a Gelan) Fatma Kurtulan piştgirî daye Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onderê ku bi sûncdarkirina “propagandaya sazîyan” cezayê hepsê standine.
10 Îlon 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
NY ji bo aştiya li Sûriyeyê wê hewldaneke nû bide destpêkirin
Staffan de Mistura Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê ji bo Sûriyeyê ji bo aştiya li Sûriyeyê wê hewldaneke nû bide destpêkirin. Nûner, wê bi komên ji Rûsya, Îran û Tirkiyeyê re gotûbêjan bike.
10 Îlon 2018
Rojnameger, Şahin û Gayip nehatine berdan, 127 rojnameger girtî ne
Dadgeheka Stenbolê edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê(ETHA), Semîha Şehin û nûçegihana wê ajasê Pinar Gayip digel çar kesên dî dad kiriye. Dadgehê daxwaza berdana herdu rojnamegeran qebûl nekiriye.
10 Îlon 2018
‘Rê’ya Yılmaz Guneyî wê ber bi Lîzbonê ve biçe
Yek ji festîvalên belgefilma ên herî navdar û rêzdar li Ewropayê ‘Doclisboa’ ye. Festîvalê îsal cîyekî berfireh daye xebatên ku li der û dora Çemê Feratê û li ser Çemê Feratê hatine çêkirin.
10 Îlon 2018
Murat Türker
Bila “Roş Aşana”ya cihûyan pîroz be
Ew kesên cihû 9ê Îlonê ketin sala 5779ê, ew ê heta 12ê Îlonê sersalê pîroz bikin.
10 Îlon 2018
Li rojnameya Cumhuriyetê, gelek karmendan dest ji karê xwe berdane
Roja înê Alev Coşkun bûye seroka birêvebiriya rojnameya Cumhuriyetê li ser vê yekê gelek karmendên wê rojnameyê dest ji karê xwe berdaye.
10 Îlon 2018
Di hilbijartina Swêdê de dengên Bloka Çep û Bloka Rast gelekî nêzî hev in
Li gor lêkolîna ji lokalên dengdanê, di hilbijartina duh a Swêdê de bloka çep ji sedî 40.6, bloka rast jî ji sedî 40.3 deng bi dest xistiye. Demokratên Swêdê ji sedî 17.6 deng standiye ku weke partiyeke rast a tundrewan tê nasîn.
10 Îlon 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Atolyeya “Wênegirîya Nûçegîhanîyê û foto-hevpeyvînan” bi dawî bû
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê atolyeya wênegirîya nûçegîhanîyê û foto-hevpeyvînan li AtolyeBIAyê pêk anî.
10 Îlon 2018
Sakine Orman
Gultan Kişanakê li girtîgehê kitêbek nivîsîye
Nêzîkî du salan e ku Gultan Kişanak di girtîgehê de ye. Wê li girtîgehê, li ser berxwedana jinan kitêbek nivîsîye.
10 Îlon 2018
Naomi Osaka bûye şampîyona USA Openê
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di pêşbirka lîstikên tenîsê ya bi navê USA Openê de Naomî Osaka bûye şampîyon.
10 Îlon 2018
Li Îranê aktîvîstê kurd, Penahî û herdu Muradî hatine bidarvekirin
Dewleta Îranê Ramin Husein Penahî bi sûcê endametiya rêxistineka çekdar û dijayetiya Xwedayî hatiye bidarvekirin. Digeh Penahîyî du pismamên hev ên bi navê Loqman Muradî û Zanyar Muradî jî hatine bidarvekirin.
8 Îlon 2018
Dadgehê ceza daye Demîrtaş û Onderî
Dadgehê ceza daye Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî û parlamenterê berê Sirri Sureyya Onderî.
7 Îlon 2018
Ji bo serîlêdana “Atolyeya Nûçegîhanîya Bajarvanî û Jîngehê” roja dawî duşemê ye
Atolyeya Nûçegîhanîya Bajarvanî û Jîngehê mijarên wek; destpêka nûçegîhanîyê, nûçegîhanîya jîngehparêz, mafên kesên biasteng, nûçegîhanîya bajarvanîyê, rêvebirîyên herêmî, xwendevan û nivîskarîya ekolojîk, nûçe-lêkolîn, medyaya nû, wênegirîya nûçegîhanîyê û ewlehîya dîjîtal di xwe de dihewîne.
7 Îlon 2018
1
...
345
346
347
348
349
...
356
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver