Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezira Bazirganiyê Rûhsar Pekcan aşkere kiriye, ku di sala 2018an de 846 şîrketan konkordato ragihandi ne. Li gor vê daxûyaniyê tenê di meha dawiyê de 490 şîrketan konkordato ragihandîye.
Wezîr Pekcan di 9ê Çiriya Paşiyê ya 2018an de ji bo hejmara şîrketên ku konkordato ragihandiye, gotibû 356 e.
Hevdîtinên derbarê butçeyê de
Di hevdîtinên derbarê bûtçeya 2019an de li ser pirsên parlamenteran Wezîr Pekcan hejmara nû ya şîrketên konkordato ragihandiye aşkere kiriye û gotiye:
“294 şîrketên Anonîm û 552 şîrketên lîmîted konkordato ragihandî ye. Bi giştî 846 şîrketan konkordato ragihandi ne. Ji van şîrketan li Stenbolê 282, Enqereyê 115, Îzmîr 65, Kocaelî 46, Mersîn 28, Bûrsa 25, Hatay 13, Kayserî 14 û yên din jî derdora 260î ye."
Wezîrê meheka berê çi gotibû?
Li gor daxûyaniya Pekcanê ya meha Çiriya Paşiyê ya 2018an “132 şîrket li Stenbolê, 50 Enqere, 27 Îzmîr, 26 Kocaelî, 13 Bûrsa, 11 Hatay, 9 Mersîn û 88 şîrket jî li bajarên din” konkordato ragihandî ye.
Konkordato çi ye ?
Girêbesteke ji aliyê dadgehê ve hatiye pesend kirin.Ger rewşa tîcarî ya keseke xwedîdeyin lawaz û li ber têkçûyînê be, wê demê divê deyindar, deyinê xwe li gor planeke li hevkirî bigre. (OI/HK/AY/MB)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.