Malpera sendika.orgê cara 62ya ye ku hatiye astengkirin
Saziya Teknolojiya Zanînê û ya Ragihandinê (BTK) cara 62ya ye ku malpera sendika.orgê asteng dike. Rayedarên malperê aşkere kirine ku ew ê bi navê sendika63.org weşana xwe berdewam bikin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cara 62ya ye ku malpera nûçeyan a bi navê sendika.org tê astengkirin.
Malperê biryara astengkirinê bi vê daxuyaniyê ragihandiye:
“Piştî astengkirina 61ê ya 23yê Tebaxa 2017ê duh (5ê Kanûna Pêşiyê/Berfanbar) di encama biryara Saziya Teknolojiya Zanînê û ya Ragihandinê (BTK) de malpera me careke din hatiye astengkirin.
“Li hemberî cara 62yem ya sansura beredayî ya BTKyê em ê li ser navnîşana sendika63.orgê weşana xwe berdewam bikin.”
Li gorî Rapora Çavdêriya Li Medyayê di dema Tîrmeh-Tebax û Îlona 2018ê de di encama biryara Dadweriyên Silh û Cezayî û dadgehên herêmî de herî kêm 2 hezar û 518 nûçe û lînk, li ser înternetê hatine qedexekirin. (AS/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.