Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Prof. Dr. Gursoy ji ber ku rapora wî hebûye beşdarî danişîna xwe ya li Stenbolê nebûye. Di encama anîna belgeyên nû de dadgehê 2 sal û 3 meh ceza li Gursoy biriye.
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn, bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” têne dadkirin.
Li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 3yem danişîna Prof. Dr. Gencay Gursoy pêk hatiye. Ji ber ku rapora wî hebûye beşdarî li danişîna xwe nekiriye. Gursoy ji Fakulteya Pizîşkî ya Zanîngeha Stenbolê teqawit bûye.
Dadgehê derbarê Gursoy di danişîna pêşî de bi sûcê “propagandaya rêxistinê” kiriye mutala dabû. Lê tevî vê biryarê dadgehê di danişîna dawî de parvekirinên hesabê Gursoyî yê twîterê û axavtina wî ya bi malpera t24.com.tr kiribû li dosyeya wî zêde kiriye.
Dadgehê biryara bi sûcê “propagandaya rêxistinê” 2 sal û 3 meh ceza dayiye Prof. Dr. Gencay Gursoy.
Cezaya ku hatiye dayînê dê li piştî biryara dadgeha îstinafê bê mîsoger kirin
Serokê dadgehê: Akın Gurlek – Endamên dadgehê: Erol Gungor û Ferhat Şîrîn- Dozger : Can Tumer Kerîş
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn. (TP/FD)
* Fotoğraf: Tansu Pişkin / İstanbul / bianet