Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

* Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
"Rêziknameya Derbarê Hilberan, Firotin, Xwedîkirin û Perwerdekirina Ajalên Malan û Xemlê" di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Bi vê rêziknameyê re ajalan wê êdî bi rêya katalogan bê firotin.
Êdî wê pêşangeha ajalan pêk neyê lê wê dîsa jî bên firotin. Ajalên kedîkirî wê bi rêya înternetê bên firotin. Kesên ajalan difiroşin wê fotograf û zanyariyên ajalan li înternetê bar bikin.
Guhertina bi vî rengî, li ber firotina ajalan nabe asteng û ti guhertinê di vê mijarê de pêk nayne. Lewre ajalparêz li dijî rêziknameyê derdikevin.
“Çawa mobîlyayan hildibijêrin wê wisa jî ajalan hilbijêrin”
Serokê Weqfa Parastina Ajalan a Tirkiyeyê Erman Paçalî ji bianetê re got, “Her yek ji wan jî xwediyê dilekî ne, hestên wan hene. Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe”:
"Di dema çêkirina yasayê de me bi israr got, bila hilberandin bisekine, firotin bisekine. Gotin, firotina di pet shoplaran de wê qedexe bibe lê li pişt wê hin dek û dolabên din veşartin. Kesên hildiberînin wê hilberanê dewam bikin, firotin jî wê li ser înternetê, bi rêya pet shopan li ser katalogan wê dewam bike. Yanî we berê ajal li vîtrînên pet shopan didît êdî hûnê wan ji katalogan hilbijêrin, wê êdî li ser daxwazê werin hilberhin an jî wê wan bînin. Baş e ka ne mal bûn, can bûn. Ger ne mal bin, çawa mîna mobîlyayan hûnê kûçikan ji katalogan bidin firotin?" (TP/FD)
LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da

Dadgehê biryara beraetê ji bo Lutfiye Bozdagê, Akademîsyena Aştîxwaz da
