Fotograf: Tansu Pişkin / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Dadgeha Destûrî biryar dabû û gotibû, “mafên wan hatiye binpêkirin” û divê ji nû ve werin dadgehkirin her du akademîsyen li 37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê careke din derketin pêşberî heyeta dadgehê.
Dadgehê ji bo Akademîsyenên Aştîxwaz, Şebnem Korur Fincanci û Gençay Gursoyî biryara beraetê da.
Korur Fincani û Gursoy li gel parêzera xwe Meriç Eyuboglûyê beşdarî danişînê bûn. Her weha hin akademîsyen jî li salona dadgehê bûn. Ji ber nexweşiya Covid-19ê heyeta dadgehê hişt ku kêm kes beşdarî dadgehkirinê bibin.
Heyeta dadgehê: Ferhat Gulbagça (Serok), Bengu Ersoy û Erol Gungor (endam), Alaattin Çolak (Dozger).
Gursoy: Biryareke rast e lê derengmayî ye
Pêşiyê Prof. Dr. Gursoy hate dadgehkirin. Serokê dadgehê biryara Dadgeha Destûrî xwend ku gotibû bila ji nû ve were dadgehkirin.
Gursoyî di paraznameya xwe de got, “Biryara îstinafê biryareke rast e lê derengmayî ye. Ez jî weke wê difikirim û dixwazim ev biryar were bicihkirin.”
Dozgerî jî got ku bil ali gorî biryara Dadgeha Destûrî Gursoy beraet bike.
Piştî navberekê heyeta dadgehê biryara xwe da û got ku Gursoyî beraet kiriye.
Korur-Fincani: Em tekane welat in ku daxwazkirina aştiyê sûc e
Piştî Gursoyî dadgehkirina Korur Fincanciyê pêk hat. Serokê heyeta dadgehê biryara Dadgeha Îstînafê xwend û ji Fincanciyê xwest ku nêrîna xwe diyar bike. Fincanciyê got: “Diviya bû ku qet dest pê nekire, lewre ez biryara xerakirinê rast dibinim. Em tekane welat in ku daxwazkirina aştiyê sûc e.”
Heyetê biryara beraetê ji bo Korur-Fincanciyê jî da.
Çi bûbû?
Piştî ku Dadgeha Destûrî biryar da û got mafên Akademîsyenên Aştîxwaz hatine binpêkirin, dadgeha îstinafê jî biryar da û got divê akademîsyen ji nû ve werin dadgehkirin. Cezayên ku li wan hatibû birîn jî hatibûn betalkirin. Dosyayên akademîsyenan şandibûn ber destên dadgehên herêmî.
Li ser vê biryarê dadgehên herêmî hema hema hemû dosya bêyî ku danişînan pêk bînin nirxandibûn û biryarên beraetê dabûn. Lê 37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji bo Prof. Dr. Şebnem Korur Financi, Prof. Dr. Gençay Gursoy û Alk. Doç. Dr. Lutfiye Bozdagê biryar da ku biçin dadgehê û bi vî awayî werin dadgehkirin.
Lutfiye Bozdag di 18ê Hezîranê de derketibû pêşberî dadgehê û beraet kiribû. (TP/FD)