Hejmara 26ê ya Kovara Zendê hatiye weşandin. Di vê hejmara kovarê de dîsa gotarên derbarê ziman, wêje, dîrok û folklora kurdî de cih digirin. Ev hejmar bi gotara Yehya Elewîferdî dest pê dike ya bi navê “Weznên Hejayî di Helbesta Kurdî” de dest pê dike. Ji bilî vê nivîsê, Umîd Demîrhanî li ser devoka Feylî ya zaravayê Kelhûrî nivîsek nivîsandiye. Her weha Samî Tanî bi ser navê “Raboriya Xebatên li ser Kurdî” nivîsek amade kiriye û Zana Farqînî jî mijareke derbarê rêzimana kurdî de hildaye dest.
Ji bilî van nivîsan di vê hemjarê de nivîsa Eyyup Subaşi, Micheal Cheyt û çend nivîskarên din ên li ser zimanê kurdî hatine bicihkirin.
“Girtina Enstîtuya Kurdî bandoreke neyênî li ser kovarê kiriye”
Di 31ê Kanûna Pêşiyê ya sala 2016an de bi girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re, kovara Zend a ku salane 2 hejmarên wê derdiket, piştî girtina Enstîyûyê bi zor û zehmetî salane tenê dikare yek hejmarekê derbixe. Edîtorê Kovarê Samî Tan bal kişand ser wê yekê ku kovara Zend yekemîn kovara pêşengtiya qonaxa pêşkevtina zimanê kurdî dike. Herweha di warê ziman, wêje, dîrok, felsefe û teknolojiyê de hîm û bingehê zimanê têgehan û yê termînolojiyê datîne.
Tanî diyar kir ku li şûna şaredarên kurdî ji aliyê dewletê ve destnîşankirina qeyûman, xebatên dihatin kirin bi temamî daye rawestandin. Ev xebat têkildarî kurdî yên di bin sîwana şaredariyan de dihatin kirin. Vê yekê jî kêmanî bi qasî girtina Enstîtuya Kurdî bandoreke neyênî li xebatên kovarê kiriye.
Herweha edîtorê kovara Zendê bang li xebatkarên zimanê kurdî jî dike ku ji bo platformeke hevbeş zend û bendan ba bidin.
Derheqê serpêhatiya kovara Zendê de edîtorê kovarê û lêkoler û zimannas Samî Tanî ji bianet kurdî re axivî.
“Hejmara 26em weke rêzepirtûk hatiye çapkirin”
Kovar cara pêşiyê di sala 1997an ve hatiye çapkirin. Destpêkê ji sê mehan carekê derdiket. Piştre salane 2 hejmarên wê diçin ber çapê. Niha ev jî daketiye salê hejmarekê. Tanî da zanîn ku ev hejmara 26em wekû rêzepirtûk hatiye çap kirin û di vî warî de weha dirêjî da axavtina xwe:
“Me berê salê 4 hejmar derdixist û piştre Desteya Weşanê biryar da ku salê 2 hejmar derbikeve. Lewre nivîsandina mijarên akademîk pir zêde demê digre. Ne wek çirokek yan jî nivîsek wêjeyî û gotarek rojnameyi ye. Nivîsên akademîk, lêkolîn û xebatê dixwaze. Lê mixabin piştî Rewşa Awarte, Enstîtuya Kurdî hat girtin û lewra niha ji ber rewşa heyî em dikarin salê tenê hejmarekê derbixin.
Kovarên bi rengî yanî kovarên lekolînî pir zêde mehane dernakevin. Gelek ji wan yan demsalî, 3 mehan carê, yan jî salane 2 caran tê weşandin. Li piştî OHALê ji ber rewşa siyasî û aborî me nedikarîbû havînê kovar derbixista. Kovar ji bo çapkirinê ji havînê ve amade bû lê ji ber qeyrana heyî me bi payîzê re çap kir.”
Lêkoler û zimannas Samî Tanî got: “Zend bi perspektîf û pîvanên xwe yên akademîk li bakur rê li ber kovargeriya kurdî xweş kiriye.”
Tan weha pê de çû:
“Piştî Zendê niha hinek kovarên din yên bi vî rengî derdikevin. Kovarên wekî Nûbihar, Wêje û Rexne, Ziryab, Dilop û hwd. Lê berî vana hemûyan ji sala 1997an vir de ez dikarim bejim kovara zZend wekî weşaneke akademîk bi armanca ku zimanê kurdî di hemû warê akademîk û lêkolînê de bê bikaranîn hatiye derxistin. Mijara wê ya sereke zêdetir ziman, wêje û dîrok e. Lê cih daye nivîsên derbarê felsefe û teknojiyê de jî. Taybetmendiya vê kovarê ew e ku xwarû bi kurdî ye û ji destpêkê heta niha ji bilî kurdî bi çi zimanekî din nivîs têde nehatine weşandin. Bi vî awayî em dikarin bêjin ku kovara Zendê di qonaxa pêşketina ziman de, pêşengtî kiriye û bi taybetî bi pêkanîna uslûb û şêwaza akademîk ya kurdî xwedî cihekî girîng e”.
Edîtorê kovara Zendê Samî Tanî anî ziman ku kovarên kurdî di pêkanîna zimanê pexşana kurdî, termînojiya zanistî û siyasî de xwedî cihek taybet û girîng bin jî di nav derdora hezar xwendevanî de asê dimînin û wekî kanalên televîzyonan xwe nagihînîn bi mîlyonan kesî.
Piştî qeyûm li şûna şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine tayînkirin, ew xebatên ku şaredariyan derbarê kurdî de dikirin, hatin sekinandin. Tanî tekîldarê vê rewşê de jî axivî û weha pêde çû:
“Bandora qeyûman li ser sazî û xebatên zimanê kurdî gelek e. Bi taybetî dema ku şaredarî di dest kurdan de bûn, bi rêya festîvalan ji bo populerbûna zimanê kurdî xebat hebû. Terminolojiya îdarî bû kurdî, navên tax, kûçe û kolanan bû kurdî. Navên gundan lê hat vegerandin, tabela hate dayîn, dibistan destpêkirin. Li Navenda Çanda Cegerxwîn û Aram Tîgran xebatên ziman, çand û hunerê dihate kirin. Bi dehan televîzyonên kurdî hebûn û li ser Turksatê weşan dikirin û televîzyona Dicleye bi zaraveyê zazakî jî dest bi weşanê kir. Ji bo pêkhatina geşbûna xebatên zimanê kurdî ev tiştana grîng bûn. Lê mixabin piştî qeyûman ev xebatana hemû têkçûn. Gelek sazîyên ku li ser ziman xebat dikirin, saziyên wekî Enstîtûya Kurdî û Kurdî- Der ji binîve hatin girtin û rê li ber xebatên wan hatiye girtin.”
Tanî her weha destnîşan kir ku “Li şaredariyan gelek kadroyên ku di warê kurdî de pêkhatîbûn û xebatên kurdî dikirin hatin avêtin” û wiha berdewam kir “Dîsan gelek mamosteyên di zanîngehan de wekî akademîsyen xebat dikirin hatin îxrackirin. Evana gişt bandoreke neyênî li ser xebatên zimanê kurdî çêkirin”.
“Divê partiyên siyasî ‘Meclîsa Zimanê Kurdî’ ava bikin”
29ê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê, neh partiyên siyasî yên kurdan li Amedê hatibûn ba hev û ji bo pêşxistina zimanê kurdî û kurdî weke zimanê fermî bê qebûlkirin, platformek hevbeş ava kiribûn.
Di platformê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (ÖSP), Partiya Demokrat a Kurdistanê –Bakur (KDP-B), Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (KDP-T), Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Insan û Azadiyê û Tevgera Azadî cih digire.
Lêkoler Samî Tanî rexne arasteyê van partiyan kir ku piştî civînên li ser zimanê kurdî heta niha tu gavên berbiçav neavêtine. Tanî bang li sazî, xemxwar û xebatkarên zimanê kurdî kir ku di zûtirîn demê de di bin sîwanekî de divê yekbûn û hevgirtina xwe ava bikin da ku bikaribin bername, plan û projeyên kurdî bi rêk û pêk bi rêve bibin.
Tan daxwaz ji partiyên siyasî yên kurdî dike ku bibin pêşengên avakirina ‘Meclîsa Zimanê Kurdî’. (AS/FD)