Ji ber pirtûka perwerdehiyê ‘Hînker’ê sê nivîskarên Kurd hatin desteserkirin
Nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen piştî 15 salan ji ber pirtûka Hînkerê a perwerdehiyê ya ku di sala 2010an de ji bo di qursên kurdî de bên bikaranîn çap kiribûn, hatin desteserkirin. DEM Partiyê bi daxuyaniyekê desteserkirina nivîskaran şermezar kir.