Fotograf: Bêrîvan Dosky / Facebook
PENa Kurd kongreya xwe ya 10em roja 22yê Hezîrana 2019an li bajarê Oldenburgê yê Almanyayê pêk aniye. Kongre bi beşdarîya nêzî 100 endam û mêvanan bi rê ve çûye. Di kongreyê de xebatên PENê û xebat û têkoşîna rewşenbîrîya kurdî hatiye nîqaşkirin û nirxandin. Her wiha di çarçoveya kongreyê de bi dirûşma “Liberxwedan di neynika wêjeyê da” konferansek jî pêk hatiye.
Di kongreyê de nûnerê PENa Almanyayê amade bûye û di serî da navenda PENa Navneteweyî, navendên PENê yên gelek welatan jî bi peyaman piştgirîya xwe ji bo PENa Kurd diyar kirine.
Di kongreyê da desteya rêveber (9 esil, 6 cihgir) bi dengê 63 endaman hatiye hilbijartin. Her wiha di kongreyê de Şêrzad Hesen û Bêrîvan Dostkî jî wekî serokên rûmetê hatin pejirandin.
Roja 23yê Hezîranê desteya rêveber di bin serperiştîya dîwana kongreyê da pêk hatiye. Serokên dîwanê Zerdeşt Haco û Bêrîvan Dostkî civîn bi rê ve birine. Di civînê da karbeşî hatiye kirin û Eslîxan Yildirim û Samî Tan wekî hevserokên PENa Kurd hatine hilbijartin. Her wiha peywirên mayî jî bi vî rengî hatine dabeşkirin:
Sekreterê Giştî:
Omer Fîdan
Endamên Bûroya Sekreterîya Giştî:
Jîyar Cîhanferd- Ronî Stêrk
Berpirsên Darayî:
1- Kakşar Oremar
2- Salihê Kevirbirî
Komîteya Nivîskarên di Zindanê da: Dêrsim Oremar
Komîteya Nivîskarên Jin: Dilşa Yûsûf
Komîteya Nivîskarên ji bo Aştîyê: Çîmen Mûrad
Komîteya Nivîskarên Mafên Ziman û Wergerê: Resûl Geyîk
Komîteya Nivîskarên li derveyî Welat: Jîyar Cîhanferd
Komîteya Peywendîyên Kurdistanî: Kakşar Oremar
Komîteya Malpera Pena Kurd: Dilşad Xoşnaw
Komîteya Medya û Ragihandinê: Behar Muftî
(FD)
*Fotograf: Çîmen Hacî Mûrad / Facebook