TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Naverokên bi miftegotina
Qeyûm
Ji bo Şaredariya Akdenîzê ya DEM Partiyê qeyûm hat tayînkirin
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, endamên Meclîsa Şaredariya Navçeya Akdenîzê Nuriye Arslan, Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç jî ji peywirê hatin girtin.
13 Çile 2025
Rapora CHPê: Di 8 salan de 154 caran qeyûm hatiye tayînkirin
CHPê rapora xwe ya têkildarî qeyûman aşkere kir. Li gorî raporê di navbera salên 2016-2024an de 154 caran ji bo şaredariyan qeyûm hatine tayînkirin. Li şaredariyên bajar, navçe û bajarokên ku qeyûm lê hatine tayînkirin hejmara hilbijêran bi giştî 11 milyon û 202 hezar û 496 e.
23 Kanûn 2024
Polîsan bi ser mala alîkarê Ahmet Ozer, Osman Yalçin de girtin
Polîsan bi ser mala alîkarê Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer, Osman Yalçin de girtin.
29 Mijdar 2024
Bîrsen Orhan serbest bû
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê şandin Dadweriya Cezê û Aştî ya Nobedar. Dadweriyê biryara berdana Orhanê da.
25 Mijdar 2024
Bîrsen Orhan birin edliyeyê
Orhan wê di destpêkê de bibin dozgeriyê. Li gorî biryara dozgeriyê yan dê ji vir bê berdan yan jî wê bişînin dadgehê.
24 Mijdar 2024
Dersdêrên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
Dersdêrên “Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê” bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê dan û îstîfa kirin. Malbatan jî biryar dan ku zarokên xwe neşînin kreşê.
21 Mijdar 2024
DEM Partî li ber Wezareta Navxweyî ye: AKPê dîsa bi rêbazên ku em pê dizanin darbe kir
Alîkara Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li pêşiya Wezareta Karên Navxweyî axivî û got: “AKPya ku fêm kir dê kursiya xwe winda bike, dîsa li dijî vîna gel derbe kir.” Her weh Sezaî Temellî jî li dijî tecrîd û qeyûman banga têkoşîna hevpar kir.
14 Mijdar 2024
Li Êlihê 195 kes hatine desteserkirin û 25 kes hatine girtin
Li Êlihê di çalakiyên ji bo tayînkirina qeyûm de heta niha 195 kes hatine desteserkirin, 25 kes hatine girtin û 5 kes jî cezayê zîndanîkirina li malê lê hatiye birîn.
14 Mijdar 2024
Li Mêrdînê biryara qedexeya çalakiyan 10 roj hat dirêjkirin
Li gorî daxuyaniya walîtiyê qedexe wê di saet 07.00ê Pêncşema 14ê Mijdarê dest pê bike û heta saet 23.59ê Yekşema 24ê Mijdarê bidome.
14 Mijdar 2024
Derbarê Ahmet Ozer de lêpirsîneke nû hat vekirin
Derbarê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de bi îdiaya ku “fînansoriya rêxistinê kiriye” lêpirsîneke nû hat destpêkirin.
11 Mijdar 2024
Ji Ahmet Turk bo Erdogan: Kesên ku kes nizane bê kî ne îradeya gel xesp dikin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bertek nîşanî gotina Erdogan a “Kes nizane bê kî ne” da û wiha got: “Kesên ku kes nizane bê kî ne ev 3 qonax in îradeya gel xesp dikin.”
11 Mijdar 2024
Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa “Şaredariya Xelfetiyê” ya li ser hesabê şaredariyê yê medyaya civakî jê bir.
8 Mijdar 2024
Ciwanê ku li Êlihê îşkence lê hatibû kirin, girtin
4 kesên ku li Êlihê di çalakiyên tayînkirina qeyûm de bi lêdanê hatibûn desteserkirin hatin girtin.
8 Mijdar 2024
Wezareta Navxweyî derbarê Bakirhan de lêpirsîn da destpêkirin
Sedema lêpirsînê axavtina Bakirhan a di 4ê Mijdarê de ye. Bakirhan gotibû, "Di hilbijartinê de polîtîkaya we ya qeyûm û înkarê li bin ket. Sîstema qeyûm têk çû, bi kêrî kesî nayê. Divê baş zanibin ku Seyît Riza çi kir, Şêx Saît çi kir, Mazlûman, Denizan û Sakîneyan çi kir, dê gelê Kurd jî wê bike.”
7 Mijdar 2024
Ji bo biryara tayînkirina qeyûm betal bibe, li Mêrdînê serî li dadgehê dan
Bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serî li Dadgeha Îdareyê hate dayin.
7 Mijdar 2024
Wesîla Torî
vîdeo nûçe
Li Mêrdînê çalakiyên ji bo tayînkirina qeyûm di roja duyemîn de didomin
Di çarçoveya çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman de ji 4ê Mijdarê ve li ber şaredariyên Êlih, Xalfetî û Mêrdînê gel bertek û nerazîbûnên xwe didomîne. Yek ji van cihên ku çalakî bê navber didomin Mêrdîn e.
6 Mijdar 2024
Wesîla Torî
Evrim Deniz
nûçe
Li Êlihê polîsan midaxeleyî xwepêşandana ji bo qeyûman kir: Nezî 100 kes hatin desteserkirin
Li Êlihê polîsan bi ava şîd û gazê midaxeleyî girseya ku qeyûm protesto dikir, kir. Nêzî 100 kesî bi derpkirinê hatin desteserkirin.
5 Mijdar 2024
Evrim Deniz
Wesîla Torî
vîdeo nûçe
Li Mêrdînê gel li dijî xespkirina îradeya xwe li ser pêyan e
Duh Wezareta Navxweyî tevî Şaredariyên Êlih û Xelfetiyê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî kir. Berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûm li Mêrdînê didome.
5 Mijdar 2024
Wesîla Torî
Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin desteserkirin
Xwepêşandanên ji bo tayînkirina qeyûm didomin. Polîsan li Êlihê êrişî xwepêşandêran kir û herî kêm 60 kes desteser kirin.
5 Mijdar 2024
Qeyûmê Esenyurtê Can Aksoy alîkarên serokê şaredariyê ji wezîfeyê girtin
Navên kesên ji wezîfeyê hatine girtin; Oktay Kiliç, Osman Yalçin û Murat Duzgun e.
4 Mijdar 2024
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Evrim Deniz
nûçe
Li ber Şaredariya Êlihê çalakî didome: "Em ê rê nedin qeyûman"
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk ji bianetê re axivî û got, "Heta ku biryara tayînkirina qeyûm neyê betalkirin, em ê ji şaredariyê dernekevin."
4 Mijdar 2024
Evrim Deniz
DEM Partî civîna koma xwe wê li Mêrdînê li dar bixe
DEM Partiyê biryar da ku civîna koma xwe ya heftane ya Meclisê wê li Mêrdînê li dar bixe. Vê sibê qeyûm ji bo Şaredariya Mêrdînê hat wezîfedarkirin.
4 Mijdar 2024
Li sê bajaran tayînkirina qeyûm tê protestokirin
Welatiyek bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got: “Madem dê we qeyûm tayîn bikira, wê demê we çima hilbijartin li dar xist? Min dayik û bavê xwe yê kal ji derve anî. Dengê xwe dan. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Heke hûn bêdeng bimînin, wê demê hûn şeytanên bêziman in.”
4 Mijdar 2024
Hevşaredar Êlihê Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma talanker rizgar bikin
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk li pêşiya şaredariya ku hatiye dorpêçkirin axivî, wiha got: “Em ê bi hev re bajarê xwe, şaredariya xwe ji vê rejîma xespkar, talanker û mêtinger rizgar bikin.”
4 Mijdar 2024
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel wê biçe Êlih û Mêrdînê
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel wê biçê Êlih û Mêrdînê. Vê sibê ji bo şaredariyên herdu bajaran qeyûm hat tayînkirin.
4 Mijdar 2024
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê bertek nişanî tayînkirina qeyûm dan
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan.
4 Mijdar 2024
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglû ji bo tayînkirina qeyûman daxuyanî dan
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji bo tayînkirina qeyûman daxuyanî dan û bertek nişan dan.
4 Mijdar 2024
Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşve gav neavêjin
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, weha got: “Em ê heta dawiyê li cem gelê xwe cih bigirin. Em ê paşvegav neavêjin.”
4 Mijdar 2024
DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewîne
DEM Partiyê têkildarî tayînkirina qeyûm ji bo şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê daxuyanî da û wiha got: “Dê gelên Tirkiyeyê li dijî vê zordestiyê serî netewînin.”
4 Mijdar 2024
Ji bo Şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê qeyûm hat tayînkirin
Qeyûm ji bo şaredariya navçeya Xelfetiya Rihayê jî hat wezîfedarkirin.
4 Mijdar 2024
Ruken Tuncel
nûçe
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"
Bi daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ya ku ji bo tayînkirina qeyûm, li derdora avahiya Şaredariya Esenyurtê hejmara polîsan hat zêdekirin. Derdora avahiya şaredariyê û Zanîngeha Esenyurtê û AVM ku li kêleka avahiya şaredariyê ne bi barîkatan hatin girtin.
31 Cotmeh 2024
Ruken Tuncel
Ji bo Şaredariya Esenyurtê qeyûm hat wezîfedarkirin
Wezaretê daxuyanî da û diyar kir ku Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wek qeyûm ji bo Şaredariya Esenyurtê hat erkdarkirin.
31 Cotmeh 2024
1
2
3
4
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver