Piştî ku Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat girtin, Wezareta Navxweyî Can Aksoy weke qeyûm tayînî şaredariyê kir. Aksoy, alîkarên serokê şaredariyê ji wezîfeyê girtin.
Aksoy têkildarî ji wezîfeyê girtina Oktay Kiliç, Osman Yalçin û Murat Duzgun ji hemû yekîneyên şaredariyê nivîs şand.
Serokê Bajarê Stenbolê yê CHPyê Ozgur Çelîk jî di daxuyaniya xwe ya îro ya li ber şaredariyê de piştrast kir ku alîkarên serokê şaredariyê ji wezîfeyê hatine girtin û weha got: "Nivîsa ku tê de tê gotin ku Oktay Kiliç, Osman Yalçin û Murat Duzgun, alîkarên şaredar ji wezîfeyê hatine girtin, ji aliyê qeyûm ve hatiye şandin."
(HA/AY)