Li Êlihê 195 kes hatine desteserkirin û 25 kes hatine girtin
Li Êlihê di çalakiyên ji bo tayînkirina qeyûm de heta niha 195 kes hatine desteserkirin, 25 kes hatine girtin û 5 kes jî cezayê zîndanîkirina li malê lê hatiye birîn.

Wezareta Karên Navxweyî di sibeha 4ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê kir. Her sê şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM) de ne.
Li Êlihê di encama çalakiyan de 195 kes hatine desteserkirin. Ji wan 25 kes hatine girtin û 5 kes jî cezayê zîndanîkirina li malê lê hatiye birîn. Her weha yên din jî hatine berdan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên hatine girtin ev in:
“Hatice Taş, Mizgin Sonuk, Yusuf Kaya, Özdemir Çelik, Fikret Soysal, Vedat Ozer, Esma Ozmen, Serhat Ayar, Rıdvan İlhan, Feyzullah Mebiş, Muhammed Ekinci, Argeş Toparli, Mesut Aydın, Mahsup Salim, Semih Ocakhan, Adnan Vural, Yoldaş Eker.”
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.