Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, hemû hevşaredarên partiyê, endamên meclîsê yên şaredariyan û hevserokên ji wezîfeyê hatine girtin ji bo biryara qeyûm protesto bikin li Parka Guven a Enqereyê hatin cem hev û daxuyanî dan.
Di destpêkê de Tulay Hatîmogûllari axivî û got, “Di 15ê Sibatê de tayînkirina qeyûm ji bo Wanê, bersiveke ji bo diyalogê ye.”
Her weha Tuncer Bakirhan jî wiha got, "Heke me karîbûya rê li ber qeyûmê ku li Mêrdînê hatibû wezîfedarkirin bigirta, îro ji bo ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê were kirin lêpirsînên bi komploya darazê wê nehata vekirin. Qeyûm pirsgirêka Tirkiyeyê ye, pirsgirêka me hemûyan e." û Bakirhan bang li têkoşîna hevpar kir.
Beriya daxuyaniyê endamên partiyê li Guvenparkê bi dirûşmeyan meşiyan û tayînkirina qeyûman protesto kirin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî daxuyaniya çapemeniyê û meşa li dijî tayînkirina qeyûman li şaredariyan a li Enqereyê bûn. Hevserok Bucakê destnîşan kir ku guh bidin dengê gel û pêşnûmeya ji bo betalkirina tayînkirina qeyûman bibîrxist û bang li 10 partiyên siyasî kir. Bucakê ji partiyan xwest ku xwedî li pêşnûmeyê derkevin.
Bucakê destnîşan kir û got, "Pêşnûmeyê bila di rojeva we de be, ger wisa nebe mixabin polîtîkaya qeyûm a desthilatê wê berdewam dike. Binêrin, niha nû ji bo Şaredariya me ya Wanê qeyûm hat tayînkirin û bi rojane gelê Wanê li pê ne û li ber xwe didin. Xwedî li îradeya xwe derdikevin. Divê wateyekî vê hebe. Divê îradeya gelê Wanê bi pêşnûmeya ku we pêşkeş kiriye re bibe yek.
Hevserok Serra Bucakê diyar kir ku van rojan roleke mezin dikeve ser milê Wezîrê Karên Navxweyî, Wezîrê Dadê û hemû Meclisê û got:
"Di rêzkirina vê rêya ku diçe aştî, azadî û demokratîkbûnê de, guh bidin dengê gel, dengê heremên xwecihî. Ji bo rakirina qanûna qeyûman ya ku pêşniyara wê hatiye dayîn, zû bi zû li Meclisa Neteweyî bikin merî. Ji bo aştiyeke bi hêvî, azadî û civakeke demokratîk a ji bo gelan bibin hêvî û bersivê bidin."
(ED/AY)