Hevşaredarên Amedê rapora xebatên xwe yên salekê aşkere kirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun têkildarî xebatên xwe yên salekê li navçeya Sûrê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Hevşaredaran xizmetên ku ji roja ku hatine ser kar heta niha kirine ragihandin û projeyên xwe yên ji bo sala 2025an dan nasîn. Her weha gelek rojnameger beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
“Tevî fikara tayînkirina qeyûm me xebatên xwe domandin”
Hevşaredar Bucak, beşdarvan silav kir û piştre dest bi axaftina xwe kir û weha got: "Bi rastî ji bo me hemûyan, ji bo Amedê saleke dîrokî bû; ji ber ku em di nava fikarê de bûn ka dê her du mehan carekê 'qeyûm were yan na', an jî bi rojevekê ku dê pêvajoyên siyasî çawa bandorê li Amedê bikin, me salek derbas kir û di vê salê de, bêyî ku em ji xebatên xwe bi tu awayî tawîzê bidin, me berdewam kir di rêya xwe de bi pêş ve çûn. Bi vî awayî, me bi xwecihên bajêr re, bi mêvanên wê re, bi kesên diyasporayê ku bêriya Amedê dikin û bi hemû kesên ku ji her çar aliyên cîhanê ji Amedê hez dikin re saleke girîng derbas kir."
“Amed xwedî li çanda pêkvejiyanê derket”
Hevşaredar Bucakê, bal kişand ser wê yekê ku di salekê de bi endamên meclisê yên hilbijartî re, bi muxtaran re, bi jinan re û bi dînamîkên sivîl ên bajêr re hatin cem hev, beşdarî domandinê projeyên ku pêk anîne da ku dengê her beşên civakê, gotina wan, hewcedariyên wan û pêşniyarên wan bi cih bikin û axaftina xwe wiha domand:
"Ez deyndarê spasiyê me ji Amediyên ku di vê salê de piştgirî dane me. Amed gelek xweşik xwedî li xwe derket. Xwedî li çanda demokrasiyê, aştiyê û pêkvejiyanê derket; carna derbarê şaredariya xwe ya li cem xwe de rexne pêşkêş kir. Hemû tiştên ku hatin kirin, bi awayekî erênî û avaker bûn ku li Amedê dihat. Ji bo vê piştgiriyê, ez spasiya xwe ji gelê Amedê, ji civaka sivîl, ji hemû kesên ku em bi tenê nehiştin û ji we kedkarên çapemeniyê re pêşkêş dikim. Qenc e ku em hemû bi hev re Amed in. Ez dixwazim spasiya xwe ji her kesê ku di vê pêvajoya salekê de em bi tenê nehiştin û hişt ku em her dem hest bikin ku em bi hev re rast in, pêşkêş bikim."
“Em demoralîze nebûn me dizanibû em çi dikin”
Hevşaredar Dogan Hatun got ku ew bi têgihiştina xizmeta gel û bajêr hatine ser kar û wan xebatên xwe bi vê hişmendiyê domandine. Hevşaredar Hatun got: "Ji bo ava me, ji bo rêya me, ji bo axa me, ji bo dîroka me, ji bo çanda me, ji bo wekheviya me hewce ye em xebatê bimeşînin" û wiha axivî:
"Me got ku em ê, ger rojekê be jî, xebatan bidomînin û lewma jî em demoralîze nebûn. Ji ber ku me dizanibû em çi dikin, gelê me piştgirî dida me û ev piştgirî di dilê me de dibû hêzek. Evê hêzê jî em bê hêvî nedihiştin. Ji bo vê em spasiya xwe ji hemû hevalên xwe û gelê xwe re dikin."
Piştî axaftinan, Hevserokên şaredariyê, yek bi yek çalakiyên daîreyên di bin banê şaredariyê de û xebatên di nav salekê de pêk hatine aşkere kirin.
👉Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun qonaxa piştî hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2024an nirxand.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) April 15, 2025
📽️: @_evrimdnz pic.twitter.com/tLRVKw4uIf
Hevşaredar Bucak: Me deynê şaredariyê daxist
Hevşaredar Bucak diyar kir ku li gorî qeydên muhasebe û bûdçeyê (Tablo Malî) yên 31 Kanûn 2023an, deynê şaredariyê yê kurt û dirêj bi tevahî 3 milyar 73 milyon 996 hezar 173 TL hatine tomarkirin, ji bo ku rewşa neyînî ya aborî were çareserkirin, wan stoka deynê şaredariyê li gorî bîlançoya 28 Adar 2025an daxistine 1 milyar 883 milyon 206 hezar 763 TL.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê
Hevşaredar Bucak, axaftina xwe bi dana daneyên li ser xebatên Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê dest pê kir. Hevşaredar Bucak ragihand ku 2 hezar û 500 jin ji 63 kursên pîşeyî ku di 6 Navendên Jiyana Jinan de di 10 beşên cuda de (tekstîl, werzîş, qursên Quranê, avjenî û hwd.) vebûne, sûd wergirtine û got ku di çarçoveya bûdçeyê ya hestiyar ji çarçoveya zayendî ve, bi hevkariya şaredariyê û rêxistinên civaka sivîl 63 xebatên perwerdehiyê hatine kirin.
Gihîştin zêdetirî 47 hezar jinan
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku li Taxa Ben û Sen ku wek herêma pîlot hatiye hilbijartin, xebateke qadê ya berfireh li ser xizaniya jinan hatiye meşandin û daneyên nexşeya xizaniya jinan li sîstema agahiyên bajêr hatine tomarkirin, wê xebatên di vî warê de hatine kirin bi vî rengî rêz kirin:
"Di çarçoveya xebatên hişyarbûnê de gihîştin 8 hezar jinan. Ji bo ku jiyana wan a rojane hêsantir bikin, JINKARTa bêpere ji 7 hezar jinên ku ewlekariya civakî tune bûn re hat dayîn. Bi protokola ku bi Baroya Amedê re hatiye kirin, ji jinên ku rastî şîdetê hatine re piştgirî û şêwirmendiya hiqûqî tê dayîn. Ji bo tesbîtkirina pirsgirêkên ku jin ji ber newekheviya zayendî ya civakî dijîn û ji bo pêşxistina projeyan ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Pirsgirêkên Jinên Diyarbekirê (DÎKASUM) piştî 8 salan ji nû ve dest bi xebatan kir. Li dijî xizaniya mengiyê, di çarçoveya 'Projeya Ji Adetê ye', me li Taxa Ben û Sen kargeha peda tê şûştin vekir. Ji kargehê ku di heman demê de deriyê îstîhdamê ye ji bo jinan, hetanî niha 166 jinan sûd wergirt. Bi vekirina Mala Cilşoyê li Zanîngeha Dîcleyê ji nû ve, ji xwendekaran re xizmeta şûştin û zuhakirina cilên bêpere hat dayîn. 8 hezar û 10 jin ji navendên me yên jiyanê û stargehan sûd wergirtin. Di çarçoveya çalakî, perwerde, xuyabûn û xebatên hişyarbûnê yên ku Serokatiya Daîreya Jinê di salê de li dar xistin, gihîştin 47 hezar û 125 jinan."
Serokatiya Daîreya Xizmetên Kesên Astengdar û Pîran
Hevşaredar Hatun got ku ji 580 hemwelatiyên temenbilind ên qeydkirî, ji 290 kesan re di nav de 160 kesên ku bi tenê dijîn, xizmeta lênêrîna li malê tê pêşkêşkirin û got ku di meha Remezanê de serdana 600 malbatan hatiye kirin û 200 pakêtên xwarinê hatine belavkirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî
Hevşaredar Bucak got ku di Kreş û Malên Lênêrîna Rojane ya Zarokistanê de ku bi gelek zimanan xizmetê didin, 360 zarok perwerde digirin, di çarçoveya Karta Piştgiriya Civakî de di sala 2024an de ji 23 hezar û 935 malbatan re 23 milyon 935 hezar TL, di meha Adara sala 2025an de jî ji bo 3 hezar malbatan 9 milyon TL, bi tevahî 32 milyon 935 hezar TL dirav hatiye dayîn û got ku ji 5 hezar û 260 xwendekarên ku cara ewil qeydê xwe li zanîngehê kirine re bi tevahî 78 milyon 900 hezar TL alîkariya perwerdehiyê ya bê beramberkirin hat pêşkêşkirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Tenduristiyê
Hevşaredar Hatun ragihand ku li 17 navçe û 1 hezar û 46 navendan xebatên dermankirin û derzîkirin hatine kirin, li Navenda Lênêrîna Ajelan, lênêrîn û xwedîkirina 550 ajelan ku 400 ji wan kûçik û 150 ji wan pisîk in, û dermankirina 6 hezar û 830 ajelan û rehabîlîtasyona wan hatiye kirin.
Hevşaredar Hatun ku parve kir ku wan pêngaveke girîng li ser qadên jiyana ajelan avêtine, got wan xebata qada jiyana xwezayî dest pê kirine û ji xezîneyê 284 donim arazî hatiye amadekirin. Hevşaredar Hatun got: "Ji vir pê ve dê cihek hebe ku heyewanên li kolanan karibin jiyana xwe ya xwezayê lê bidomînin".
Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî
Hevşaredar Bucak diyar kir ku bi beşdariya şanoyên neteweyî û navneteweyî, Festîvala Şanoya Amedê ya 9emîn û her weha şano û festîval ji bo zarok û ciwanan hatine lidarxistin û got ku bi tevahî 25 hezar û 260 hezkiriyên hunerê beşdarî nîşandanên şanoyê bûne. Bucakê aşkere kir ku di çarçoveya Festîvala Fîlmên Kurt a Navneteweyî ya Çewlika Veganê de 10 fîlm hatine nîşandan, ji bo zarok û mezinan "Rojên Fîlman ên Sînebîr" bi belaş hatiye lidarxistin ku sê mehan dom kiribû û nîşandanên sînemayê ji aliyê 14 hezar û 290 jê hez dikin ve hatiye temaşekirin.
Hevşaredar Bucak got ku di havînê de ji bo zarok û mezinan, li Navenda Çandê ya Amedê di 17 şaxan de (muzîk, drama, wêne) kursên hunerî hatine vekirin û ragihand ku 95 hezar û 300 kesan serdana Mala Dengbêjan kirine.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî
Hevşaredar Bucak ragihand ku bi tevahî 80 hezar û 880 metre kanalên avdanê yên girtî û vekirî hatine çêkirin, ji vê xebatê 5 hezar û 67 cotkaran sûd wergirtine û 18 hezar û 635 dekar araziyên çandiniyê gihîştine avê. Bucak got ku 75 milyon 940 hezar TL ji bo sê projeyên cuda hatiye pêşxistin, lênêrîna 14 golên avxwarina ajalan hatiye kirin, bi vê xebatê 66 hezar û 200 ajelên 4 hezar û 720 sewalkaran û 5 hezar û 110 dekar araziyên çandiniyê gihîştine avê.
"Em binesaziya Amedê bi tevahî nû dikin"
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerîfoglu xebatên DÎSKÎ'yê ragihand û diyar kir ku di encama çêkirin û nûkirina tora nû ya ava vexwarinê, çêkirin û nûkirina girêdana aboneyên nû de 141 hezar û 43 kîlometre xet hatiye danîn. Şerîfoglu diyar kir ku 41 hezar û 170 kîlometre xeta boriyên kanalîzasyonê hatiye danîn û got, "Em binesaziya Amedê bi tevahî nû dikin. Li gelek deverên bajêr çalakiyên me didomin."
Şerîfoglu diyar kir ku xebateke wan heye ku ava ji bo hejaran belaş bê dayîn û got, "Em hewl didin ku çarçoveya qanûnî bibînin. 4 meh in em derî bi derî li ser vê yekê dixebitin. Hejmara xebatên ku di nava salekê de hatine kirin ji hejmara xebatên ku di nava 8 salên dawî de hatine kirin zêdetir e."
Projeyên vîzyonê yên sala 2025an
Piştî ragihandina rapora çalakiyê, Hevşaredar Bucak projeyên vîzyonê yên sala 2025'an ragihand. Hevşaredar Bucak diyar kir ku Projeya Pergala Rêhesinê ya Sivik, Navenda Zanistî ya El Cezerî, Kargeha Nanê Gel, Sporpark, Parka Xwezayî, projeyên GES ên DÎSKÎ'yê û Projeya Parastina Biyocureyî û Ekosîstema Baxçeyên Hevselê dê bên pêkanîn. Hevşaredar Bucak diyar kir ku bi projeya GES'ê dê nêzî ji sedî 80'ê pêdiviya enerjiya şaredariyê bê dabînkirin û got, "Li taxên gundewarî bi tevahî 22 proje dê bên pêkanîn, di nav de ava vexwarinê ya heywanan û pergala avdaniya girtî û vekirî heye. Em ê Baxçeyek Nebatên Tibbî û Bêhnxweş ava bikin ku li qada 14 hezar metrekare de 23 cureyên cuda yên nebatan bêne çandin" û mizgîniya projeyên nû da.
Piştî civîna çapemeniyê, Hevşaredaran bersiva pirsên rojnamevanan da.
(ED/AY)
Li Amedê lansmana projeya ‘Raborî Pêşeroj e’ dest pê kir

Li Amedê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Qehwe û Felsefe: “Bi vexwarina qehweyekê re sohbetên ser felsefeye”

Salih Muslim: Heke peyman bi rastî were cîbicîkirin, dê Sûriyeyeke nû ava bibe

8Ê ADARÊ ROJA JİNAN A CÎHANÎ
Bi wêneyan 8ê Adara Amedê
