Salih Muslim: Heke peyman bi rastî were cîbicîkirin, dê Sûriyeyeke nû ava bibe

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û Serokomarê Demkî yê hukumeta nû ya Sûriyeyê Mihemmed El-Culanî (Ehmed El-Şara) di 10ê Adarê de peymanek îmze kirin.
Berdevkê Karên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ‘partiyeke bandordar’ e, têkildarî peymana 10ê Adarê û dahatuya Rêveberiya Xweser bersiv da pirsên bianetê.

HSD û hikûmeta Sûriyeyê ya nû li hev kir
"Ji bo me peymaneke dîrokî ye"
Di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokomarê Qonaxa Demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şara de peymanek hate îmzekirin. Ev peyman ji bo we tê çi wateyê? Di pratîkê de wê çawa were pêkanîn?
Belê, peymanek hat îmzekirin û ev peyman ji heşt xalan pêk tê. Di çarçoveya giştî de ev peymanek pir baş e. Deriyek ji bo avakirina sîstemek demokratîk a Sûriyeya nû vebû.
Di vî warî de ji bo me peymaneke dîrokî ye. Heke xalên peymanê bi rastî bên cîbicîkirin, wê Sûriyeyeke nû ava bibe û ev yek hem li hundir hem jî li qada navneteweyî wê bandorê bike. Ji bo pêvajoya pêkanînê jî wê komîteyên ku di xala dawî de behsa wan tê kirin, bên avakirin. Ji bo her bajarokê dê komîte bên avakirin; her wiha dê ji bo qadên aborî û leşkerî jî komîte bên ava kirin.
Her weha, komîteyên ji bo nîqaşkirina entegrasyona HSDê û diyarkirina modela rêveberiyê jî dê bêne sazkirin. Li gorî hewcedariyên cuda wê komîteyên nû bên avakirin û ev pêvajo wê di nava salekê de biqede û bigihêje encamê.
Piştre hemû alî wê peymanê bi tevahî îmze bikin. Di vê pêvajoyê de şêwirîn, nîqaş û mizakere hene. Wate pêkanîna qonaxeke nû weha hatiye plankirin.
“Ji bo vê demê ti biryarek li ser federalîzm û otonomiyê nîne”
Di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de derbarê vê peymanê de tevliheviyek heye. Di peymanê de ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û statuya wê çi tê gotin?
Tevlihevî normal e, ji ber ku peyman pir berfireh e. Derbarê rêveberiyê de jî, heta niha ti biryarek rasterast ji bo federalîzm û otonomiyê nehatiye dayîn. Ev yek wê di encama mizakereyan de derkeve holê. Him di encama nivîsandina destûra bingehîn de û him jî di encama nîqaşên komîteyên rêveberiyê de wê modeleke rêveberiyê bê diyarkirin.
Lêbelê tiştek heye ku em jê piştrast in: Hevkarîkirina li ser her mijarê. Armanca me ewe ku di rêveberî û îdareyê de jî vê yekê pêk bînin.
Ya ku em bi rastî dixwazin pêk bînin demokrasiya radîkal e. Armanca me ya sereke ew e ku di nava sîstemeke ne navendparêzî de xurtkirina rêvebiriyên herêmî ye. Em ne tenê di rêveberiyê de, di her qadê de li dijî nêrîna yekparêziyê ne. Navê vê modela rêveberiyê ne girîng e; Di îngilîzî de wek “reflexive” ango di tirkî de “federalîzma bêber” tê pênasekirin. Lêbelê di encama lihevkirin û muzakereyan de wê şêwazê rêveberiyê diyar bibe.
"Em nikarin peymanê rasterast bi banga Ocalan ve girê bidin"
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve hatibû nivîsandin û di 27ê Sibatê de ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve ji raya giştî re hate ragihandin, bandoreke bi çi rengî li Sûriye, Tirkiye û Rojhilata Navîn kir? Du hefte piştî vê bangê, HSD û rêveberiya nû ya Şamê li ser maseyê rûniştin. Divê ev her du pêvajo bi serê xwe bêne nirxandin an bi hev re? Her wiha ev peyman wê bandorê li têkiliyên Tirkiye û HSDê bike an na?
Girêdana vê peymanê bi pêvajoyên din re ne tişteke rast e. Ji ber ku danûstandinên bi vî rengî bi rûxandina rejîma kevin a Sûriyeyê re dest pê kir. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêveberiya berê ya Sûriyeyê re berê jî hewldanên me çêbûn. lê wê demê nehatin qebûlkirin. Niha jî rêveberiya nû ya Sûriyeyê pêvajoya danûstandinan qebûl kir. Lewma ne rast e ku pêvajoya peymanê rasterast bi banga Birêz Ocalan ve were girêdan.
Lê rastiyek heye: Banga Birêz Ocalan wê bandorê li tevahiya herêmê bike. Ji ber ku rasterast bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Em helwesta Tirkiyeyê jî dizanin; Êrişên xwê yên li ser herêmê bi PKKê ve girê didan û ji bo êrişan PKK sûcdar dikir û weke hêcet nîşan didan. Ev îdîa ne rast in.
Ez wisa difikirim ku her geşedanên erênî yên li Tirkiyeyê çêbibin dê bandorê li me jî bike. Bi kêmanî em dikarin bibêjin ku dibe ku êrişên Tirkiyeyê kêm bike.

Amerîka, YE, Almanya û Fransayê piştgirî dan peymana QSD û hukumeta nû ya Suriyeyê
"Ne rast e ku meriv ji bo bûyerên li herêma peravê her kesî sûcdar bike"
Qetlîamên li Laziqiye û Tartûsê, agahiyên kuştin û tûndkariya li dijî Elewiyan di rojevê de ne. Ev xala, “Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were piştgirîkirin” ku di peymanê de cih digire tê çi wateyê? Rewşa gelên ku rastî cudakarî û tundkariyê tên dê çi bibe?
Bi rastî jî ev rewşeke xemdar e. Êrişên li dijî elewiyan ên li bajarên peravê yên li rojavayê Sûriyeyê, em pir xemgîn kir. Vê mijarê jî di nava nîqaşan de cih girt û ji ber vê yekê li tevahiya Sûriyeyê agirbest hat ragihandin.
Gotina "bermahiyên Esad" dibe ku wek girîngiyek piçûk xuya bike, lê qetlîamên ku hatin kirin pir berfirehtir in. Em weke Sûriyeyî, weke rêveberî û pêkhateyeke hevpar tiştên ku rejîma Baasê kiriye qebûl nakin.
Lêbelê ne rast e ku meriv ji bo van bûyeran her kesî sûcdar bike. Di çarçoveya peymanê de em ê ne tenê li herêmên xwe, li cihên din jî li dijî bermahiyên rejîma Baasê tedbîran bigirin. Ev xal ji bo rakirina bermahiyên polîtikayên ku rejîma Esad pêk anîn e û bi kêmanî ji bo guhertina wan polîtîkayan e.
"Em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin"
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkhateyeke jinparêz, piralî û demokratîk heye. Ev pêkhate dê çawa bi rêveberiya Şamê re ku piraniya wê di destê HTŞê de ye, were entegrekirin?
Pergala me êdî destkeftiya jinan e. Têkoşîna ji bo vê jî wê bidome. Em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Pergala hevserokatiyê, saziyên jinan, rêxistina jinan, sîstema perwerdeyê... Evana wê ji bo me neguherin.
Dibe ku têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li aliyê din jî bike.. Lê em ê ti carî dest ji van destkeftiyan bernedin. Berovajî vê, em ê hewl bidin, aliyê din [rêveberiya nû ya Şamê] biguherînin. Nizanim em ê ji bo vê çiqas serkeftî bin. Têkoşîn wê vê jî diyar bike û ev têkoşîn wê bidome.
(ED/VC/AY)
8Ê ADARÊ ROJA JİNAN A CÎHANÎ
Bi wêneyan 8ê Adara Amedê

SîneBîr: Bîra sînemayê ya Amedê

8Ê ADARÊ ROJA JİNAN A CÎHANÎ
8ê Adarê li Amedê: Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin

8Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
Li Amedê çalakiyên ji bo 8ê Adarê bi çoşeke mezin didomin
