Wezareta Karên Navxweyî aşkere kir ku derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniya wezaretê ya li ser platforma Xê de wiha hatiye gotin:
"Derbarê wezîfedarkirina Cîgirên Serok ji bo Serokatiya Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê de; ji ber axaftina Parlamenterê Sêrtê yê DEM Partiyê Tuncer BAKIRHAN ya di 04.11.2024ê de û daxuyaniya Serokê DEM Partiyê yê bajarê Mêrdînê Mehmet Mihdi TUNÇ ya di 04.11.2024ê de derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
Bakirhan çi gotibû?
Bakirhan di axaftina xwe ya 4ê Mijdarê ya li Mêrdînê de, piştî biryarên tayînkirina qeyûm wiha gotibû:
"Di hilbijartinê de polîtîkaya we ya qeyûm û înkarê li bin ket. Sîstema qeyûm têk çû, bi kêrî kesî nayê. Divê baş zanibin ku Seyît Riza çi kir, Şêx Saît çi kir, Mazlûman, Denizan û Sakîneyan çi kir, dê gelê Kurd jî wê bike."
(EMK/AY)