Wezareta Navxweyî li şûna Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaşê ku 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm tayîn kir. Kizilkaya weke karê xwe yê destpêkê ji bo 10 rojan hemû çalakî û bername qedexe kir.
Ji bo Şaredariya Sêrtê qeyûm hat wezîfedarkirin
Li gorî daxuyaniya walîtiyê qedexeya çalakiyan wê di 29ê Kanûna Paşiyê dest pê bike û heta 7ê Sibatê bidome.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de bi van gotinan sedema qedexeyê ragihandiye: “Ji bo parastina yek parçeyiya dewletê û komarê ,ewlehiya netewî, rêk û pakiya civakê, rêgirtin li çalakiyên terorê, parastina maf û azadiyên kesên din û ji bo nehêlin provokasyon û bûyerên civakî pêk werin."
Her weha walîtiyê diyar kirî û gotiye:
“Bernameyên ku walîtî û qaymeqamiyan erê kirine wê ne qedexe bin. Ji bilî van, her cure civîn, meşên xwenîşandanê, miting, civînên li qadên vekirî, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, belavkirina broşuran, vekirina afîş û posteran û yên din hatine qedexekirin.”
(HA/AY)