Di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de Ahmet Ozer di çarçoveya “lihevkirina bajarî” de weke Şaredarê Esenyurt, navçeya Stenbolê hatibû hilbijartin.
Ozer, bi îdiaya ku “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû erkdarkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Ozer de bi îdiaya ku “fînansoriya rêxistinê kiriye” lêpirsîneke nû da destpêkirin.
Hat dyarkirin ku di lêpirsînê de tê lêkolînkirin bê ka Ozer di dema şaredartiya xwe de ji rêxistinê re pere şandiye yan na û bi vê boneyê 2 mifetîşên mulkiyeyê yên Wezareta Navxweyî hatine peywirdarkirin.