Wezareta Karên Navxweyî di sibeha 4ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê kir. Her sê şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM) de ne.
Dersdêrên “Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê” ku Şaredariya Êlihê di 15ê Cotmehê de vekiribû, li dijî tayînkirina qeyûm bertek nîşan da û biryar dan ku nexebitin.
Malbatan jî biryar dan ku zarokên xwe neşînin kreşê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Esen ku beriya tayînkirina qeyûm berdevkiya Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya şaredariyê dikir, têkildarî mijarê wiha gotiye: “Ev, kreşa ewil bû û dê me 2 kreşên din jî vekira. Lê kesên tehemûla îradeya gel nekirin, şaredariyên me xesp kirin û pêşiya van xebatan girtin. Mamosteyên di vê kreşa nû de dest bi kar kiribûn, weke bertekeke li dijî xespkirina îradeyê, biryar dan ku karê xwe yê li kreşê bi dawî bikin. Îstîfa kirin. Ev der niha girtî ye. Heke xespkirina îradeyê bi dawî bikin, hem mamoste hem jî malbat dê vê derê dîsa zindî bikin û em ê 2 kreşên din jî vekin.”
“Qeyûm pişavtine”
Esen destnîşan kirî û gotiye: “Qeyûm, pişavtin e. Dema em li rabûrdiya qeyûman dinihêrin, em dikarin êrişên li dijî kurdî bibînin. Di her serdemê de polîtîkayên pişaftinê xistin dewrê û êriş kirin. Li dijî vê hewceye em jî bêhtir xwedî li îrade, ziman û çanda xwe derkevin.”