Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku Hevşaredarê navçeya Akdenîza Mersînê Hoşyar Sariyildiz ji peywirê hat girtin û li şûna wî Qeymeqamê navçeya Akdenîzê Zeyît Şener hatiye wezîfedarkirin.
Ji 3ê Hezîrana 2024an vir ve 8emîn qeyûme ku ji bo şaredariyên DEM Partiyê tên wezîfedar kirin.
Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya xwe de bibîr xistiye ku Hevşaredarê Akdenîzê yê Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz bi tohmeta ku "Propagandaya rêxistina terorê kiriye", "Endamê rêxistina terorê ye", “Li dijî qanûna pêşîlêgirtina fînansê derketiye” û “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan a bi hejmara 72911an derketiye” hatibû girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Hoşyar Sariyildiz ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393an ji wezîfeyê hat girtin. Her weha li gorî xalên 45 û 46an ên qanuna şaredariyê ya bi hejmara 5393an Qeymeqamê navçeya Akdenîzê Zeyit Şener, ji aliyê Walîtiyê ve weke Cîgirê Serokê Şaredariya Akdenîzê hat wezîfedar kirin."
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, endamên Meclîsa Şaredariya Navçeya Akdenîzê Nuriye Arslan, Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç jî ji peywirê hatin girtin.
Di hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2024an de li navçeya Akdenîz a Mêrsînê DEM Partiyê ji sedî 36,92 dengan (47 hezar û 843 deng) bi dest xistibû.
Çi bûbû?
Hevserokên Şaredariya Akdenizê, navçeya Mersînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên meclisa şaredariyê yên DEM Partiyê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan di 10ê Kanûna Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Her weha di 13ê Kanûna Paşîya 2025an de Hoşyar Sariyildiz, Nuriye Aslan, Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç û Hikmet Bakirhan hatin girtin û Yakup Daniş jî bi şertê kontrola edlî serbest bû.
(EMK/AY)