Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa “Şaredariya Xelfetiyê” ya li ser hesabê şaredariyê yê medyaya civakî jê bir.

Wezareta Karên Navxweyî di sibeha 4ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê kir. Her sê şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM) de ne.
Qeyûmê Şaredariya Xelfetî ya Rihayê nivîsa “Şaredariya Xelfetiyê” ya li ser hesabê şaredariyê yê medyaya civakî jê bir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê qeyûm, nivîsa bi kurdî ya “Hesabê fermî yê Şaredariya Xelfetiyê” yê platforma medyaya civakî Xê jê bir.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.