Ji Ahmet Turk bo Erdogan: Kesên ku kes nizane bê kî ne îradeya gel xesp dikin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bertek nîşanî gotina Erdogan a “Kes nizane bê kî ne” da û wiha got: “Kesên ku kes nizane bê kî ne ev 3 qonax in îradeya gel xesp dikin.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku sêyem care li şûna wî qeyûm tê tayînkirin, bersiva gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan yên “Kes nizane bê kî ne” da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Turk, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bersiv da gotinên Erdogan û weha got:
“Li şaredariyên me tu caran ‘kesên kes nizane bê kî ne’ nebûn û dê nebin jî. Lê belê kesên kes nizane bê kî ne ev 3 serdem in îradeya gel xesp dikin. Ev gotinên li dijî kesekê ev 50 sal in siyaseta demokratîk dike, cihê şermezariyê ye û van tawanbariyan ez weke tengazeriyê dibînim.”
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.