Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Sirri Sureyya Onder Parlamenterê berê yê Enqereyê yê HDPyê, ji ber axavtinên xwe yên di dema Newroza 2013ê de kirine, hatin cezakirin.
Piştî ku cezayên wan hatin erêkirin, Onder îro xistin Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 ya Koacaeliyê. Demîrtaş ji xwe ji 4ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2016ê û vir ve girtî ye.
Gelek kes beşdarî wê Newrozê bûbû û nameya Abdûllah Ocalanî hatibû xwendin. Gelek rojnameyên ku hîna tên çapkirin, di manşetên xwe de behsa wê rojê kiribûn.
Li Newroza Amedê, Sirri Sureyya Onderî, nameya Ocalanî xwendibû. Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdoganî gotibû ku bangeke ‘erênî’ ye.
Erêkirina cezayên girtinê yên ji ber axavtina di Newrozê de ya Demîrtaş û Onderî duh tenê di çar rojnameyên medyaya navendî de bi nûçeyên biçûk hatine weşandin. Gelo rojnameyên medyaya navendî piştî wê bi rojekê bi çi awayî nûçeya Newroza li Amedê belav kirine?
Gelo îro rewş çawa ye?
Gelo 12 rojnameyên ku me li jor behsa wan kir, çawa cih dane mijara erêkirina Demîrtaş û Onderî?
Heşt rojnameyan di rûpelên xwe yên pêşiyê de behsa vê biryarê nekirine, di Sabah, Hürriyet, Star û Postayê de nûçe wiha hatine weşandin:
(OI/EKN/FD)