Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Tayyîp Erdogan, di civîna berfirehkirî ya serokên bajaran de navên 14 berbijêrên din yê AKPyê aşkere kiriye.
Navên berbijêran ev in:
Agirî- Savcı Sayan
Aksaray - Enver Dinçer
Bilecik - Nihat Can
Ezirgan - Cemalettin Başsoy
Edirne - Koray Uymaz
Îdir- Adil Aşırım
Isparta - Şükrü Başdeğirmen
Qers- Ensar Erdoğdu
Kırşehir - Yaşar Bahçeci
Kütahya - Ahmet Sami Kutlu
Sêrt- Ali İlbaş
Dêrsim- Gökhan Arslan
Wan- Necdet Takva
Zonguldak - Ömer Selim Alan
Bixwîne - Erdoganî 20 namzetên din ên şaredariyê aşkere kiriye
Di nav berbijêran de jin nine
Di nav berbijêrên ku hatiye diyarkirin de tenê serokê şaredariya Kirşehîrê nehatiye guhertin û vê care jî berbijêr e.
Di nav 14 berbijêran de tu jinekê nîne.
Erdogan pêş vê jî navên 61 berbijêran aşkere kiribû di nav wan de jî tenê jineke hebû ew jî seroka şaredariya Dîlokê ya berê Fatma şahîn bû.
Tenê berbijêrên 7 bajaran aşkere nebûye
AKPyê navê berbijêrên van bajaran aşkere nekiriye: Edene, Aydın, Stenbol, Manisa, Mêrsin, Mugla û Osmaniye.
Ji bo Stenbolê jî navê Serokê Parlamentoyê û Serokwezîrê berê Bînalî Yildirimî derdikeve pêş û li ser tê axavtin. Tê çaverêkirin ku di 22ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018an de li piştî hevdîtinên Komîsyona Butçe û Planê berbijêrbûna Yildirimî diyar bibe.
Li gor îdiayên ku li kûlîsê tê axavtin û ji aliyê malperên nûçayan ve hatiye rageyandin, wê AKP li bajarên Edene, Aydin, Manîsa, Mêrsîn, Mugla û Osmaniyeyê berbijêran nîşan nede û li wan bajaran piştgiriya berbijêrên MHPyê bikin. (EKN/AY/FD)
* Foto: Halil Sağırkaya - Ankara/AA
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.