Di hejmara 145an ya kovara Nûbiharê de helbestên li ser ziman, nivîsên lêkolînî, çîrok û folklor hene. Çend nivîs û helbest jî ji zimanên din ji bo zimanê kurdî hatine wergerandin.
Suleyman Çevîk di nivîsa edîtorê de, li ser rewşa zimanê kurdî û li ser xwendina bi zimanê kurdî sekinî ye.
Ahmet Aras di nivîsa xwe de bi zimanekî trajîkomîk behsa îşkenceyên Delû Kemalî dike. Kemal di salên 1930yî de li Serhedê yek ji fermandarên alayên siwarî bûye.
Berken Bereh li ser Mem Ronga, Nîhad Gultekîn li ser Casimê Celîl, Abdûllah Încekan û li ser Mueyed Teyîbî nivîsî ye. Herweha Hanifî Taşkin jî li ser Mela Remezanê Abiriyê nivîsî ye.
Abdullah Can li ser têkiliya Seîdê Kurdî û bûyera 31ê Adarê sekinî ye.
Murad Celalî li ser devoka herema xwe, Kemal Nasiroglû jî li ser alozî û tevliheviyên kurmanciya nivîskî sekinî ye.
Di vê hejmarê de herweha 2 hevpeyvîn hene. Omer Guneş û Îbrahîm Şahînî bi şagirtê Reso û bi dengbêj Mihemedê Beyroyî re axivîne. (AS/FD)