Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
3 kes wek qeyûm hatine erkdar kirin yek ji wan birayê Bînalî Yildirim, Îlhamî Yildirim e.
9em Dadgeha Cezayê ya Enqereyê, ji bo Kizilayê bibe komîteya gişti ya awarte, qeyûm erkdar kirine.
Lijneya qeyûman, ji Şewirmendê Wezareta Dadê Mekan Sarıkaya, Serokê Kizilayê ya Enqerê Ahmet Hîzanlioglû û Serokê Kizilaya Stenbolê Îlham Yildirim pêk hatiye. Îlham Yildirim birayê Serok Wezîrê berê, Bînalî Yildirim e.
Li Tirkiyeyê bi giştî 700 şaxên Kizilayê hebû. Bi biryara girtinê ve ev hejmar bû 200.
Qeyûm, bi mebesta ku Kizilayê bibe komîteya giştî ya awarte ji aliyê dadgehê ve hatiye erkdar kirin.
Serokê Kizilayê: Wê ev biryar bê îtiraz kirin
Serokê Giştî yê Kizilay a Tirkan Dr. Kerem Kinik li ser hesabê xwe yê twîterê derbarê biryara erkdarkirina qeyûman de axivî û gotiye; em biryarê qebûl nakin û emê di dadgehên bilind de biryara erkdarkirina qeyûman îtiraz bikin.
(OI/AY/MB)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.