Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Heft xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê desteserkirin û girtina hevalên xwe protesto kiribûn, dadgehê doz li wan vekiriye. Dadgehê îro biryar daye ku du xwendekar dê bi zorê ji bo dadgehê bêne birin û du xwendekar dê bêne girtin.
30 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê ji ber ku bi pankartekê diyar kiribûn “ji bo dagirkirin û komkujîyê liqum nayê belavkirin” bi sûcê “propagandaya rêxistina terorî” têne dadkirin. Heft xwendekaran girtina wan protesto kiribû. Ji ber wê doz li wan heft xwendekaran hatibû vekirin.
Yekem rûniştina dadkirina heft Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê îro siet 10.15ê dest pê kiriye.
Dadgehê biryar daye ku divê dîmenên dema bûyerê ji bo dadgehê bêne birin. Rûniştina duyem a dadkirinê dê 27ê Adara 2019ê bê pêkanîn.
(OI/HK/MB)