TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 45
Şerê Îsraîl û Fîlîstînê: Hejmara miriyan zêde dibe
Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê şev jî berdewam kir û hejmara miriyan her ku diçe zêde dibe. Tûgayên Îzzedîn el-Kassamê ragihand ku wan jî bi mûşekan êrişî Tel Avîvê kirine.
27 Cotmeh 2023
Li Amedê akademiya fitbolê ya tîma PSGyê zarokan perwerde dike
Akademî zarokên dixwazin bi karê fitbolê re mijûl bibin, perwerde dike. Ev perwerde jî bi metoda PSGyê tê dayîn. Bi vê perwerdeyê hewl didin ku bikarin zarok li klubên Ewropayê bilîzin.
27 Cotmeh 2023
Li Xezeyê heta niha 7 hezar û 28 kes mirine
Ji 7 hezar û 28 kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de mirine jê 2 hezar û 913 zarok in.
26 Cotmeh 2023
HRW: Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê, krîza mirovî kûrtir dike
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan ragihand ku êrîşên Tirkiyeyê di navbera 5 û 10ê Çiriya Pêşiyê de li dijî Rojavayê pêk anîn, ziyaneke mezin daye binesaziya krîtîk û bi milyonan mirov bê av û elektrîk mane.
26 Cotmeh 2023
Çalakiya parêzeran a ji bo Can Atalay: Biryara Dadgeha Destûrê bicih bînin
Parêzer Muzaffer Degîrmencî, anî ziman ku Atalay piştî ku weke parlamenter hat hilbijartin diviyabû demildest bihata berdan, lê belê ev 5 meh û nîv e bi awayekî bêhiqûqî ji azadiya xwe bêpar tê hiştin.
26 Cotmeh 2023
Ruken Tuncel
Fermandarê Pêşmergeyan yê li Mexmûrê birîndar bûbû, canê xwe ji dest daye
Piştî ku PKKyê çend xalên li derdora Mexmûrê vala kiribûn, Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge yên bi ser PDKyê ve girêdayî, ji bo bidestxistina wan xalan, li wê deverê şer kiribû.
26 Cotmeh 2023
Şerê Filistîn-Îsraîlê: 24 rojnameger mirin e
Rojnameger Dua Şeref ku mala wê li Xezzeyê hat bombekirin û mir, pêşkêşvana bernameya Radyoya Dengê Aksayê bû.
26 Cotmeh 2023
ÎHD: Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê nexweşiya gurîbûnê dest pê kiriye
Saziya Tiba Edlî raporên “nexweşxaneyên têkûz û yên zanîngehan dane û gotine ‘nabe di girtîgehê de bimînin’ nepejirandine û bicihanîna cezayên girtiyên nexweşiyên wan giran, taloq nekiriye.”
26 Cotmeh 2023
Bedri Adanır
Nûçe
"Li Amedê avahiyên ziyandîtî bêyî tedbîr bên wergirtin tên xerakirin, ev jî xeter e"
Sekreterê Şaxa Amedê yê Odeya Endezyarên Înşeatê Zekî Şîmşek û Hevseroka Şaxa Amede ya Odeya Endezyarên Hawirdorê Nujiyan Yildirimê rewşa dawî ya dema hilweşandina avahiyên ziyandîtî, ji bianetê re nirxandin.
26 Cotmeh 2023
Bedri Adanır
4 endamên HDP û DBPê hatin girtin
4 endamên HDP û DBPê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
26 Cotmeh 2023
Li DYAyê êrîşeke çekdarî pêk hat: 22 kes mirin
Yê êrîşa çekdarî pêk aniye, kesekî bi navê Robert Card e. Card kevneleşker e û perwerdekarê çekên gulexwar e. Polîs li wî digerin.
26 Cotmeh 2023
Dozger xwest ku rojnameger Berîtan Canozer were cezakirin
Di danişîna destpêkê a doza rojnameger Bêrîtan Canozerê de dozger xwest, bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” heta 15 salan cezayê girtîgehê lİ Canozerê were birîn.
25 Cotmeh 2023
“Mafên bingehîn ên girtiyan tên binpêkirin”
Şaxa Stenbolê ya ÎHDyê di rapora xwe de diyar kiriye ku “girtiyên astengdariyên wan ên giran hene di heman hicreyan de tên girtin, mafên serbestiya bikontrol û tehliyekirinê, yê girtiyên astengdar û nexweş tên astengkirin.”
25 Cotmeh 2023
Erdogan: Hamas ne rêxistineke terorê ye
Serokê Giştî yê AKPê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî û Îsraîl weke “rêxistinek” û Hamas jî weke "komeke rizgarîxwaz ya ji bo parastina ax û welatiyên xwe têdikoşe" binav kir.
25 Cotmeh 2023
Piştî 4 salan li Amedê wê pêşangeha pirtûkan li dar bikeve
Nivîskar Şeyhmûs Dîkenî diyar kiri ku “Fûarên pirtûkan ne tenê pêşangehên pirtûkan in” û wê Pêşangeha Pirtûkan a Amedê “pirzimanî û pirçandî” be.
25 Cotmeh 2023
Nûbiharê pirtûka “Şêxê Biçûk” weşand
Mihemed Seîd Temelî jiyan, têkoşîn û serpêhatiyên Şêx Evdirehîmî bi navê “Şêxê Biçûk” kiriye roman.
25 Cotmeh 2023
Dadgeha Destûrê: Mafê Can Atalay hatiye binpêkirin
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana şexsî ya Parlamenterê TÎPê yê Hatayê yê girtî Can Atalay nirxand û biryar da ku mafê Atalay hatiye binpêkirin.
25 Cotmeh 2023
Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
Artêşa Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de gelek leşker mirin e.
25 Cotmeh 2023
Semra Yansit - Veli Baltacı
Vîdeo Nûçe
“Mihrîcana kayûm ne mihrîcana çanda Amedê ye"
Endama Lijneya Rêveber a Odeya Mîmaran Qiymet Yildiz û Rêvebirê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekînî nêrînên xwe yên derbarê vê festîvalê û bernameyên mîna wan de ji bianet kurdî re anîn ziman.
25 Cotmeh 2023
Semra Yansit,Veli Baltacı
NY: Li Xezeyê 600 hezar kes ji jih û warên xwe bûn
Li gorî rapora UNRWAyê, ji 21ê Çiriya Pêşiyê heta niha 54 barhilgir derbasî Xezeyê bûn û alîkarî gîhandin niştecihan. Di nava kelûpelên alîkariyê de, xurek, av û derman hene lê destûra derbaskirina sotemeniyê nehat dayîn.
25 Cotmeh 2023
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Çima her tiştek giran e, çima keda destê me erzan e?”
Fisteq her sal bi kedeke mezin tên çandin. Payîzê tên berhevkirin. Li Silopyayê di sala 2019an de li 30 hezar donim erdî fisteq dihatin çandin.
24 Cotmeh 2023
Rojnameger Selahattîn Kaygûsûz hate girtin
Rojnameger Selahattîn Kaygûsûzê ku 4 roj desteserkirî ma, îro bi îdiaya ku “Endamê rêxistinê ye” hate girtin.
24 Cotmeh 2023
Rojnameger Nafiye Bal serbest bû
Bal ji ber lêpirsîna ku di 25ê Nîsanê de bûbû sedema desteserkirina komek rojnamegeran hatiye desteserkirin.
24 Cotmeh 2023
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HEDEPê diyar bû
HEDEPê endamên Lijneya Rêveberiya Navendî û wezîfeyên wan diyar kir.
24 Cotmeh 2023
“Li Xezeyê sotemeniya jeneratoran têra 48 saetan jî nake”
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xeta Xezeyê 400 cih bombebaran kirin, 110 filistînî can dan.
24 Cotmeh 2023
Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê de, 5 kesên li Hezexê hatibûn desteserkirin, hatin girtin.
24 Cotmeh 2023
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Ruken Tuncel
Hevpeyvîn
Îlham Ahmed: Rêveberiya Xweser ji bo Tirkiyeyê ne xeter e
Me derbarê rewşa dawî ya rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, egera êrîşên Tirkiye di demên pêş de bikin, helwesta aktorên din ên li herêmê de pirsên xwe ji Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ahmedê kirin.
24 Cotmeh 2023
Ruken Tuncel
Li Cizîrê polîsan bi ser avahiya HDPê de girtin
Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDPê ya Cizîrê, navçeya Şirnexê de girtin.
24 Cotmeh 2023
Di doza H.K.G.yê de dadgehê 30 sal cezayê girtîgehê li Kadîr Î. birî
Di doza H.K.G.yê de dadgehê biryara xwe aşkere kir û 20 sal cezayê girtîgehê li bavê H.K.G.yê Yûsûf Ziya G, 16 sal û 8 meh li dayikê wê Fatma G.yê û 30 sal jî li Kadîr Î. birî. H.K.G. bi darê zorê bi Kadîr Î.re dabûn “zewicandin”.
23 Cotmeh 2023
Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal hate desteserkirin
Polîsan bi ser mala edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Balê girt û ew desteserkirin.
23 Cotmeh 2023
Hikmet Adal
Nûçe
Polîsan bi ser mala rojnamegerê de girt û deriyê malê şikenand
Polîsan li Taxa Gaziyê ya Stenbolê, bi ser mala rojnameger Ozger Kar Odabaşê û hevjînê wê, rêveberê PSAKDyê Eren Odabaşî de girt. Polisan deriye malê şikand û mal serobiro kir. Di dema serdegirtinê de malbata Kar-Odabaşî ne li mal bû.
23 Cotmeh 2023
1 milyar dolar zirar gihaştiye binesaziya Rojavayê
Rêveberê Zeviyê Petrolê yê Rimêlan Ehmed Îbrahîm diyar kir ku wan di demeke kurt de karibîn bi rêya alavên di depoyan de, hin deverên ji xizmetê derketibûn sererast bikin.
23 Cotmeh 2023
1
...
43
44
45
46
47
...
54
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver