Hikûmeta Kanadayê ragihand ku wan qedexeyên hinardekirinê yên ji sala 2020an vir ve li ser şîrketên pîşesaziya parastinê yên ku dixwazin bifiroşin Tirkiyeyê rakiriye.
Hikûmeta Kanadayê li ser malpeya xwe ya fermî ragihand ku qedexeya firotina çekan a li ser Tirkiyeyê hatiye rawestandin.
Hikûmeta Kanadayê li ser malpera xwe ya fermî diyar kir û got:
“Biryara redkirina serlêdanên firotina hinek amûrên diyar ên pîşesaziya parastinê ji bo Tirkiyeyê 16ê Nîsana 2020ê hat wergirtin. Piştî vê daxuyaniyê biryara redkirinê êdî nayê bicihkirin.”
Hikûmeta Kanadayê destnîşan kir ku serlêdanên destûrê yên hinardekarên ku ji bo Tirkiyeyê hinardeyê bikin dê di çarçoveya nirxandina rîskê de yek bi yek biryar li ser bê dayîn.
Çi bûbû?
Kanadayê ji ber operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyê di sala 2019an de firotina çekan ji bo Tirkiyeyê qedexe kir. Lêbelê, di encama danûstandinên hevbeş de, Kanadayê di Hezîrana 2020an de ev biryar betal kir.
Kanadayê di Çiriya Pêşiya 2020an de ji ber ku di şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê de çekên ku wan firotine Tirkiyeyê hatine bikaranîn, firotina teknolojiya leşkerî ji bo Tirkiyeyê qedexe kiribû.
(HA/AY)