Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo danasîna namzetên xwe yên hevşaredariyê li Amedê bernameyek li dar xist. Di bernameyê de strana hilbijartinê ya bi kurdî jî eşkere kir.
Gotinên strana bi navê “Rabe DEM Hat” ji aliyê hunermend Erol Şaybak û Baran Ertaş ve hatine nivîsandin. Muzîka stranê jî Baran Ertaş çêkiriye.
31 Mart 2024 Yerel Seçimleri Şarkımız: Rabe DEM Hate#RabeDEMhat pic.twitter.com/lFDW4zfr60
— DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) January 29, 2024
Her weha partiyê di hesabê xwe yê fermî yê kurdî de videoya strana “Kîne Em” bi gotinên "Ewro nêbo key? Wurze! Îro nebe kengî? Rabe!" parve kiriye.
(TY/AY)