Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Azadiya Civakî(TOP) û Mor Dayanişmayê Dîdar Gul û Serokê Partiya Sosyalist a Bindestan(ESP) yê Îzmîrê Kerîm Altinmakas jî di nav de gelek kes di serdegirtinên malan de hatin desteserkirin.
Li gorî ku TOPê ragihandiye sedema desteserkirinan serdanên li girtîgehê ne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ekîban li Karşiyakaya Îzmîr li mala Gulê geriyane û dest danîn ser telefona wê.
Gula ku bi îdiaya "fînansekirina rêxistinê" hatiye desteserkirin, birin Rêvebiriya Emniyetê ya navçeya Çankayaya Îzmîrê.
TOPê û ESPê daxûyanî dan
TOPê derbarê desteserkirinan de daxuyanî da û weha got:
"Endama Meclisa Partiya me Dîdar Gul li Îzmîrê di serdegirtina malê de hat desteserkirin. Hevrêya me ya ku bi hincetên bêbingeh hat desteserkirin divê demildest bê berdan. Hûn nikarin bi zext û desteserkirinan şoreşger, sosyalîst û jinan bitirsînin.
"Serdana girtiyên siyasî û hevgirtina bi wan re ne sûc e. Hevgirtina şoreşgerî nayê darizandin."
ESPê jî weha got, "Armanca polîtîkaya tecrîdê ew e ku bi girtiyan re kesên serdana wan dike jî teslîm bigire ye. Bêdeng nebe!”
“Serokê me yê bajarê Îzmîrê Kerîm Altinmakas jî di nav de gelek kes bi hinceta ku çûne hevdîtina girtiyên şoreşger û kominîst û pere ji wan re razandine hatin desteserkirin.”
"Armanca polîtîkaya tecrîdê ew e ku bi girtiyan re kesên serdana wan dike jî teslîm bigire ye. Bêdeng nebe!” (TY/AY)