Hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Şerîeya Rojava 35 filistînî desteser kirin

Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê dewam dikin, zextên li ser filistîniyên li Şerîeya Rojava û Rojhilatê Qidusê zêde dibin.
Di daxuyaniya hevpar a nivîskî ya ku ji aliyê Cemiyeta Dîlgirtiyan a Fîlîstînê û Heyeta Kesên Serbestkirî û Dîlgirtiyan ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê ve hat dayîn de derbarê desteserkirinên ku ji aliyê Îsraîlê ve li Şerîeya Rojava hatin kirin de agahî hatin dayîn.

Di encama êrişên Îsraîlê de heta niha 19 hezar û 667 Fîlîstînî mirine
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku Îsraîlê di 24 saetên dawî de herî kêm 35 Filistînî desteser kirine û ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve hejmara kesên ku li Şerîeya Rojava ya dagirkirî hatine desteserkirin derket 6 hezar û 255'an.
Ji 7ê Çiriya Pêşiya 2023an ve ku Îsraîlê dest bi êrîşa li ser Xezeyê kir, li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a dagirkirî li dijî Filistîniyan desteserkirin, serdegirtin û êrîşên li dijî Filistîniyan zêde bûn.
(VC/AY)