Dengdayîna ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li duh bi dawî bû.
Di tûra duyan a ji bo diyarkirina namzetê mêr de Dogan Hatûn ji sedî 64ê dengan bi dest xist û bû namzetê hevşaredariyê.
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal wiha daxuyand: "Tûra duyan a ji bo diyarkirina Hevşaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê temam bû. Hemû sindoq hatin vekirin û hejmartina dengan bi dawî bû. Garîp Kandemîr ji sedî 36'ê dengan û Dogan Hatûn jî ji sedî 64ê dengan girt. Dogan Hatûn bû namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê."
Ji jinan jî Serra Bûcak di tûra yekem de hatibû hilbijartin.
Ayşe Serra Bucak kî ye?
Ji navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye û keça siyasetmedarê Kurd Serhat Bucak û neviya Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye Fayiq Bucak e.
Ew li Amedê ji dayik bûye û piraniya jiyana xwe li Almanyayê derbas kiriye. Sala 2006an vegeriya Amedê û di navbera salên 2006-2011ê de Koordînatoriya Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Şaredariya Rezanê kir.
Sala 2014an bû Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û heta sala 2016an ku qeyûm hat danîn wekî Şêwirmenda Hevserokê Şaredariyê kar kir.
Ji sala 2022yan ve di rêveberiya Partiya Çep a Kesk a Amedê de ye. Zewicî ye û 2 zarokên wê hene.
Dogan Hatun kî ye?
Sala 1985an li navçeya Pasûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa Endezyariya Madenê qedandiye.
Di navbera salên 2016-2023yan de Hevserokê Odeya Endezyarên Madenê bûye.
Di navbera salên 2018-2022yan de Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajarê Amedê ya Yekîtiya Odeyên Endezyarên Madenê ya Tirkiyeyê bûye.
(RT/AY)