DAIŞê êrîşa çekdarî ya li dijî Dêra Santa Mariayê ya li navçeya Sariyera Stenbolê girt ser xwe.
Di êrîşê de welatiyê bi navê Tuncer Cîhan miribû.
Di daxuyaniya ku bi erebî li ser ajansa nûçeyan a rêxistinê ya bi navê Amakê hat weşandin de hat gotin ku êrîş "li ser banga serokên Dewleta Îslamî ya ku li her derê cihû û xiristiyanan bikin armanc" hatiye kirin.
Daxuyaniya berpirsyariyê jî ji aliyê ajansa bi tirkî a DAIŞê a bi navê "Meydan Medya"yê ve hat weşandin.
Yerlikaya: Êrîşkar hatin girtin
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di saet 22.49an de daxuyand ku 2 kesên ku êrîşa li Dêra Santa Marîayê kirin hatin girtin.
Piştre saet derdora 00.30an de Wezîr Yerlîkaya li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku êrîşkar welatiyên biyanî ne û got, "Em dinirxînin ku ev 2 kesên ku yek ji Tacîkistanê ye û yê din jî ji Rûsyayê ye endamên DEAŞê ne."
Duh(28ê Kanûna Paşiyê) li Dêra Santa Marîayê ya li navçeya Sariyera Stenbolê di dema ayîna roja Yekşemê de êrîşa çekdarî hat kirin.
(VC/AY)