Danûstandinên li ser pêşnûmeya erêkirina protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê guncaw dibîne, di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de bi dawî bûn.
Endamtiya Swêdê ya NATOyê piştî nîqaşên li parlamentoyê bi dengdana vekirî hat qebûlkirin. 346 parlamenter tevlî dengdanê bûn. 287 parlementerên MHP, AKP û CHPê dengê “erê”, 55 parlementeran dengê “na” û 4 parlementeran jî “bêalî” bikaranîn.
Piraniya parlementerên DEM Partî û CHPê beşdarî dengdanê nebûn, Tûlay Hatîmogullari, Ozgul Saki, Burcugul Çubuk, Perîhan Koca Dogan, Kezîban Konukçu Kok û Çîçek Otlu yên beşdarî dengdanê bûn dengê “na” dan. Parlamenterên CHPê yên ku beşdarî dengdayînê bûn bi giştî dengê "erê" dan.
Herwiha parlamentrên ÎYÎ Partî, Partiya Saadetê, Huda-Par, Partiya Ji Nû ve Refah, TÎP, Demokrat Partî û DSPyê dengên na bi kar anîn.
Swêdê piştî destpêkirina şerê Ukrayna-Rûsyayê bi Fînlandiyayê re biryar dabû ku tevlî NATOyê bibe. Lê belê Tirkiye li dijî endamtiya her du welatan derketibû.
(AEK/AY)