LÛTKEYA SEROKÊN NATOYÊ
Erdogan bi Macron, Johnson û Merkelê re civiya ye
Lûtkeya Serokên NATOyê ku li Brukselê destpêkiribû, didome. Di lûtkeyê de Joe Biden, Serokê DYAyê û Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê wê bicive. Biden ji 20ê Kanûna Paşiyê roja ku hatiye ser wezîfeyê heta niha cara yekeme wê li gel Erdogan hevdîtinê pêk bîne.