Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê DYAyê Donald Trump û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Londonê, paytexta Ingilîstanê beriya Hilcivîna NATO kom bûne.
Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê, her du serok di preskonferansa hevbeş de li ser Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û koçberî û bazirganîyê axifîne. Macronî di axaftina xwe de daye zanîn ku ew û Tirkîye li ser terorîzmê wek hevdu nafikirin û dîyar kiriye ku Tirkîye “Car caran bi komên girêdayî Dewleta Îslamî (DAIŞ) re dixebite.” Wî amaje kiriye ku ew “mijareke stratejîk” e û bi berdewamî dîyar kiriye ku divê li ser DAIŞê “nezelalî’’ tunebe.Mijara S-400an jî hatiye rojevê
Serokomarê Fransayê bi bîr xistiye ku Tirkîyeyê ji Rûsyayê, sîstema S-400an kiriye û gotiye: “Ew dewlet çawa dikare bibe endamê rêkeftinê û ji Rûsyayê hin tiştan bistîne. Entegre bibe û bi wê re bixebite?’’
Bixwîne - Macron: Di mijara YPGyê de em û Tirkiye weke hev nafikirin
Macron: Divê Tirkiye tercîhekê bike
Emmanuel Macronî herwiha bal kişandiye li ser helwesta Tirkîyeyê û diyar kiriye ku ew dewlet dibêje ger NATO, YPGyê wek “rêxistineke terorê” nepejirîne ew ê piştgirîyê nede Plana Baltik. Macronî gotiye, divê li ser vê helwesta Tirkîyeyê ji wê were pirsîn ku dixwaze wek endamê NATOyê bimîne yan na.
Trump: Em toleyan dinirxînin
Donald Trumpî jî di axaftina xwe de dîyar kiriye ku ew toleyên li dijî Tirkîyeyê hîn dinirxînin. Trumpî li ser sîstema S-400an ya ku Tirkîyê ji Rûsyayê sitandibû jî rêvebirîya Barack Obama tawanbar kiriye û daye zanîn ku Tirkîyê xwestiye sîstema Patriotê bistîne lê rêvebirîya Obamayî destûr nedaye.
Erdogan û Esperî jî daxuyanî dabûn
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan beriya ku biçe Civîna NATOyê ya li Londonê, paytexta Ingilîstanê, duh li Balafirxaneya Esenbogayê ya Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xistibû. Erdoganî gotibû, "Li gor gef û xetereyên roja îroyîn divê NATO xwe rojane bike” û wiha berdewam kiriye:
"Heke dostên me yên di NATOyê da yên ku em wekî rêxistina terorê dipejirînin û pê ra têkoşîna dijî terorê didin wek rêxistina terorê qebûl nekin bila li qisûrê nenêrin em ê li dijî hemû pêngavên ku li wir tên avêtin derkevin."
Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Mark Esperî jî dîyar kiribû ku gotinên Tirkîyeyê yên li ser gefên li dijî wê ji alîyê dewletên din yên NATOyê ve nayê qebûl kirin û daye zanîn ku ew ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek ‘’rêxistineke terorî’’ nebînin. (EKN/FD)
Fotograf: Kate Green – Londra/AA