Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentera swedî-kurd a serbixwe Amîneh Kakabavehê aşkere kiriye ku piştî Enqereyê vetoya derbarê endamtiya NATOyê ya Swêdê de rakiriye, Stockholmê 4 kes radestî Tirkiyeyê kirine.
Lîsteya Erdoganî
Kakabaveh ji televizyoneke ku li Herêma Kurdistanê weşanê dike re axiviye û ji lîsteya ku Enqere ji Swêdê dixwaze wan radest bikin, bi gotina "Lîsteya Erdoganî" penase kiriye.
Kakabavehê diyar kiriye ku beşeke mezin ji wan kesên Tirkiye wan weke "terorîst" binav dike kurd in û ji ber xebatên xwe yên şoreşgerî û siyasî neçar mane ji Tirkiye, Sûriye û Îranê biçin ji derveyî welêt û "Polîsê Swêdê wan weke terorîst qebûl nake."
Parlamentera swêdî-kurd Amîneh Kakabavehê gotiye, ew li dijî wî tiştî ye ku Swêd daxwazên Tirkiyeyê bicih tîne û ji bo vî tiştî wê zext li hikûmetê kiriye: "Yên di lîsteyê de ne ew kes in ku ji bo rizgarkirina cîhanê li dijî DAIŞê şer kirine û ji tirsa ku DAIŞ wan bikuje yan jî zindan bike Swêdê.
"Li gorî Erdoganî ez jî terorîst im"
Amîneh Kakabavehê diyar kiriye û gotiye, “Pirsa sereke ev e ku çima di nav wan hemû kurd û tirkên li Swêdê de navê 73 kesan heye? Heta tirk jî di nav de hene û ez çar kesan nas dikim ku rojnamevan in û yek ji wan li ser jenosîda Ermeniyan nivîsiye. Yên din jî li dijî Erdoganî nivîsîne. Li gor lîsteya Erdogan, ez jî terorîst im.”
Kakabavehê gotiye ku li Swêdê yasa ne weke Rojhilata Navîn e û di dest kesên yasazanan de ye ne siyasiyan: "Ji ber wê jî nikarin bi dilê xwe her kesê ku xwestin radest bikin. Pirsgirêka min ew kes in ku mafê mana wan tune ye û hatine tohmetbarkirin. Min name ji bo Amnesty International û Human Rights Watchê şandiye da ku em derbarê wê yekê de gotûbêjê bikin.”
Parlamentera kurd di berdewamiya axavtina xwe de aşkere kiriye ku hikûmeta Swêdê heta niha 4 kesên daxwazkirî radestî Tirkiyê kiriye û proseya radestkirinê destpê kiriye: “Bi fikra min Wezareta Dadê ya Swêdê rast nabêje ku dibêje, peywendiya wan kesan bi wê lîsteyê tune ye. Eger wisa ye, çima berê nehatibûn radestkirin, lewra divê navên wan bên aşkerekirin.” (AEK/FD)