NATO: S-400 dê di sîstemên parastinê yên NATOyê de neyên bicihkirin
Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) da zanîn ku ji ber Tirkiyeyê fûzeyên S-400 kirîne ew ê balafirên F-35 neşîne Tirkiyeyê, NATOyê jî daxuyanîyek da.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) da zanîn ku ji ber Tirkiyeyê fûzeyên S-400 kirîne ew ê balafirên F-35 neşîne Tirkiyeyê, NATOyê jî daxuyanîyek da.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenbergî li ser kirîna S-400an gotiye:
“Her welatek bi xwe biryarê dide ka ew ê kîjan sîstemên parastinê bikire. Ji bo NATOyê tişta girîng ew e ka ew sîstem û sîstemên NATOyê li hev dikin an na.
“S-400 ên ku Tirkiye dikire dê nekeve di sîstemên NATOyê de. Sîstemên NATOyê û ew çek li hev nain. Ji xwe daxwazeka bi vî rengî ya Tirkiyeyê jî çênebûye.
“Tirkiye beşeka sîstema parastinê ya NATOyê ye û dê welê bimîne jî. Lê di vê merheleya ku em gihanê ez di fikarê de me.”
(PT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.