Erdogan: Em nekarin hin çekan ji NATOyê bikirin, em ji kû bibînin em ê ji wê derê bikirin
Serokkomarê Tirkiyeyê û serokê Partiya Edalet û Pêşdeçûnê(AKP) li Ingilîzîstanê beşdarî bernameyeka BBCyê ya bi navê Hard Talk bû.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomarê Tirkiyeyê û serokê Partiya Edalet û Pêşdeçûnê(AKP), Recep Tayyîp Erdogan li Ingilîzîstanê beşdarî bernameyeka BBCyê ya bi navê Hard Talk bû.
“Ma we firotiye û me nekiriye”
Li ser pirsa “gelo rast e ku çekên Tirkiye dê ji Rûsyayê bikire yên bi navê S-400 ne li gor sîstema NATOyê ye?”
Erdoganî got:
“Ez li ser navê Tirkiyeyê heke nekarim çekekên ji Amerîkayê an jî ji dewleteka dî ya NATOyê bikirin, hingê ez ji kû bibînim ez ê ji wê derê bikirim. Me bi şertê em bi hev re hilberînin biryar daye em ji Rûsyayê çekên S-400 bikirin.
“Dema min Donald Trump dîtî min jê re got ma we firotiye me û me nekiriye? Na we nefirotiye.”
(PT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.